Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne

.

Asayîşa Silêmaniyê rê neda lijneya Desteya Mafên Mirovan ku serdana Lahûr Şêx Cengî û birayê wî bike. Parêzerên Lahûr dibêjin ku dosya di qonaxa hûrbîniya dadwerî de ye û biryar e ku ji bo Dadgeha Temîzê bê şandin.

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Peywendiyan û Ragihandinê yê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Silêman Muhsin Sindî îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Zêdetir ji carekê ye ku lijneyeke Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan dixwaze serdana girtîgehên Asayîşa Silêmaniyê bike, lê rê li çûna lijneyê tê girtin."

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Peywendiyan û Ragihandinê yê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan amaje jî da ku, hefteya borî biryar bû serdana Lahûr Şêx Cengî û Poladê birayê wî bikin, lê ji bo îro hat paşxistin; îro jî careke din rê li çûna lijneyê hat girtin.

Dana Teqîedîn ê Endamê Tîma Parêzerên Lahûr Şêx Cengî jî duhî (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê ragihandibû: "Dadwerê Dadgeha Tawanan a 2ê ya Silêmaniyê dest bi hûrbîniya dosyayê kiriye.”

Navbirî herwesa got: “Eger kêmasiyeke asayî di dosyayê de hebe, dadgeh bi xwe dê sererast bike, lê eger kêmasî cewherî û bingehîn bin, dosya dê careke din ji bo Dadgeha Lêkolînan a Asayîşa Silêmaniyê bê vegerandin, bi merema çareserkirina wan kêmasiyan."

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, niha di navbera Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê û dadgehên tawanan de hevahengî û nivîsar hene. Eger diyar bû ku tu kêmasiyên qanûnî di dosyayê de nînin, hingê rêkar dê wesa bin ku dosya bi merema biryara dawiyê ji Dadgeha Temîzê re bê şandin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan