SILÊMANÎ - Bîlançoya lehiyê giran dibe: Zarokekî din jî di lehiyê de xeniqî

.

Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê ragihand ku li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê zarokek ketiye nav ava lehiyê û xeniqî.

Berdevkê Parastina Sivîlan ya Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Serkewt Kareş got, "Di encama baranê de li navçeya Kelarê lehî rabû. Ji ber vê yekê zarokekî 10 salî ket avê û canê xwe ji dest da."

Hat zanîn zarokê ku xeniqiye 11 salî ye.

Li gorî agahiyan, zarok li ser pirekê bûye, lingê wî şemitiye û ketiye nav ava lehiyê.

Bîlançoya lehiyê giran dibe

Ji roja yekşemê ve pêleke baranê Başûrê Kurdistanê girtiye ber xwe û li gelek deveran lehî rabû.

Lehiyê zerereke zêde gihand binesaziya Çemçemalê.

Ji doh ve li wan deverên ku lehî lê rabûye 4 kesan canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.

Pêla baranê lawaz bû

Îro hewayê Herêma Kurdistanê asayî bûye. Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand:

“Li gorî dîmenên peykên çêkirî, niha asman bi giştî ewrayî ye û pêla baranê ya li ser herêma me lawaz bûye.”

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da
Sîpan Hemo derbarê êrişa li Baregeha Xirab Cirê daxuyanî da