Silêmanî | Asayîşê dest danî ser telefona rojnamevanekê

.

Hêzên ewlehiyê yên li Silêmaniyê desttêwerdana tîmeke medyayî kir ku li ser karê xwe bûn û dest danîn ser telefona jineke rojnamevan û amûrên wê yên kar. Tîma medyayî ya ku rastî vê bûyerê hat, wek tîmeke nêzîk Serokkomarê berê yê Iraqê Berhem Salih tê naskirin.

Bûyer di dema ku rojnamevan Çawerwan Mehmûd û tîma wê amadekarî dikirin ji bo şopandina rûniştina dadgehê ya serokê Tevgera Nifşê Nû, pêk hat. Li gorî daxuyaniya Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan, di wê demê de hêzên ewlehiyê êrîşî rojnamevan Çawerwan Mehmûd kirine û dest danîne ser telefona wê ya destan û kamerayên wê.

Navenda Metroyê ev kiryar şermezar kir û daxwaza "sererastkirina vê xeletiyê" ya bi lezgînî kir. Di daxuyaniya navendê de herweha ev pirs hate kirin: "Gelo rojnamevanek çawa dikare bê amûrên xwe yên rojnamegeriyê û telefona desta karê xwe bike?"

Kurdistan Haberleri

Kosret Resûl di salvegera Referandûmê de: Îro rojekê dîrokî ye
Li Pasûrê nobeda gundiyan a li dijî destdanîna ser mêrga wan didome
Ji statûyê ber bi mafên siyasî ve: Entegresyona Kurdên Rojavayê Kurdistanê
Sêmalka dê 24 demjimêran vekirî be û deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî tê avakirin
Li Viyanayê Dibistana Kurdî: Deriyê xwe ji 800 xwendekaran re vedike