Silêman Keleşî: Simko yê Rêber

.

Silêman Keleşî

Îro 95 sal li ser şehîd kirina rêberê navdarê Kurd Simko yê Şikak re debas dibe.

Em di rojê da dîsan Serdar û rêberê mezin Simko Şikak li bîr tînin û serê xwe li hember ked û xebata wî ya hêja bo netewa Kurd ditewînin.

Keç û xortên Simko yê mezin, li Simko û Qasimlu fêr bûne çi deman serê xwe bo dijmin û dagîrkerên Kurdistanê xar neken û yê hertim bi serbillindî bo bi cî anîna armancê wan û rizgariya gelê xwe xebatê bikin û heta li wê pênavê da canê xwe jî gorî bikin.

Ewanin ku bi ser şorî we dibine xolam û xizmetkarê dijmin û dagîrkeran yê heta heta li nav gel û hezkiriyê Simko mezin, rêber û navdar da ser şor û bê qîmet bin.

Bila riha te şad û aram be ey rêberê navdar û layiq, îro piştî 95 sala şehîd kirina we em dibînin ku texit û bextê hemu dagîrkerên welatê te ketine tirs û lerzînê, lê gel û netewa li ser pêye û doza te dimeşîne. Hinde nemaye ku em mizginiya serkeftin û azadiya welat bidin cinabê te û hemu şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê.

Bijî Kurd û Kurdistan

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê