Şikefta Hezar Mêrd, ku yek ji giringtirîn û kevntirîn şûnewarên dîrokî yên cîhanê ye, wekî gencîneyeke veşartî li parêzgeha Silêmaniyê balê dikişîne ser xwe. Ev şikeft ku dîroka wê vedigere "Serdema Kevirî ya Kevin", îro bûye mebesteke sereke ya geştiyar, dîroknas û hezkiriyên werzişa çiyageriyê.
Li gorî lêkolînên arkiyolojîk û kolandinên ku li vê herêmê hatine kirin, di hundirê şikeftê de gelek berhem û amûrên kevirî yên mirovên pêşîn hatine dîtin. Ev yek nîşan dide ku Hezar Mêrd di dema Paleolîtîk de (Serdema Kevirî ya Kevin) wekî penageheke giring ji bo mirovan hatiye bikaranîn.
Ji bilî giringiya wê ya dîrokî, Şikefta Hezar Mêrd xwedî dîmeneke panoramîk a bêhempa ye. Ji ber ku şikeft li ser cihekî bilind û çiyayî ketiye, mirov dikare ji wir ve bajarê Silêmaniyê û girên derdorê bi temamî bibîne. Ev taybetmendî dihêle ku geştiyar di her çar demsalan de serdana vê derê bikin.
Şikefta Hezar Mêrd 13 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Silêmaniyê dikeve. Di salên dawî de, Hezar Mêrd ne tenê ji bo geştiyariya çandî, lê ji bo werzişên çiyayî û serpêhatiyê jî tê bikaranîn. Gelek komên çiyageriyê û ciwanên dildar ji bo meş û hilkişîna ser zinaran, berê xwe didin vî şûnewarê dîrokî.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya planên xwe yên geştiyariyê de dixwaze li vê deverê komelgeheke geştiyarî ya modern ava bike ku tê de muze, navendên çandî û cihên taybet ên çalakiyên werzişî hebin, da ku dîrok û geştiyariya nûjen li Hezar Mêrdê bigihînin hev.
K24