Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin

.

 Sibe salvegera kîmyabarana Helebceyê ye. Li gorî agahiyên Rûdawê, ji ber rewşa herêmê û şer dê çalakiyên mezin neyên lidarxistin.

Sibe 16ê Adarê ye û 38 sal di ser kîmyabarankirina bajarê Helebceyê re derbas dibin.

Helebce niha navenda parêzgehekê ye û nifûsa wê nêzîkî 135 hezar kesan e.

Qaymeqamê Helebceyê Simko Salar Rûdawê re got:

"Em dê îro saet 12:00an di konferanseke rojnamegeriyê de hûrgiliyên çalakiyên sibe eşkere bikin."

Ji ber şer merasîm nayên lidarxistin

Berpirsekî Helebceyê jî ji Rûdawê re got:

"Ji ber şer û rewşa nexwestî ku agirê wê gihiştiye herêma me jî, her çend hemû amadehî hatibûn kirin jî sibe ji bo bîranîna kîmyabaranê merasîmên mezin nayên lidarxistin."

Îro li Bîrgeha Şehîdên Helebceyê konferansa rojnamegeriyê tê lidarxistin.

Li gorî gotina wî berpirsê Helebceyê, sibe dê tenê tacegul li ser gora şehîdan bê danîn.

Sala 1988an bajarê Helebceyê ji aliyê desthilata Beasê ve bi çekên kîmyayî hat bombebarankirin.

Di encamê de nêzîkî 5 hezar kesan şehîd ketin û bi hezaran kes jî birîndar bûn ku heta roja îro bandora birînan li ser piraniya wan maye.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir