Sibe roja dawî ye: HezKurdê ji bo Kurdî bangî malbatan kir

.

Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HezKurd) Suphî Ozgen ragihand ku sibe roja dawî ya hilbijartina dersa Kurdî ye.

Pêvajoya serlêdana dersên vebijêrkî 5ê Sibatê dest pê kiriye û 20ê Sibatê bi dawî dibe.

Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HezKurd) Suphî Ozgen beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser Kurdî, pêvajoya hilbijartina dersa Kurdî pirsên Hîwa Cemal bersivandin.

Ozgen li ser Kurdî hişyarî da Kurdan û got:

"Eger Kurd zimanê xwe piştguh bikin, nasnameya wan a neteweyî dê bikeve metirsiyê."

Astengî û "seferberiya" HezKurdê

Serokê Komeleya HezKurdê da zanîn ku di vê pêvajoyê de hinek pirsgirêk û astengiyên îdarî tên derxistin.

Ozgen her wiha diyar kir ku di nav dibistanan de "boykoteke bêdeng" an jî rêgirî heye.

Ozgen got, "Birêvebirên hinek dibistanan ji dê û bavan re dibêjin 'formê vala bihêlin' yan jî dibêjin 'mamosteyên Kurdî tunin û pol dagirtî ne'.

Ev di demekê de ye ku hilbijartina zimanê dayîkê mafekî destûrî û yasayî ye."

Ozgen bal kişand ser kampanyayên xwe yên meydanî û eşkere kir ku xwebexşên HezKurdê ji bo teşwîqkirina malbatan mal bi mal û kolan bi kolan digerin.

Ozgen got, "Cara ewil e gelek dayîk û bav dibihîzin ku mafê wan heye zarokên wan bi zimanê Kurdî (Kurmancî û KirmanckîZazakî) bixwînin.

Lewma ne Wezareta Perwerdeyê û ne jî aliyên siyasî yên Kurd wekî pêwîst li ser vê mijarê nexebitîne."

Armanc: Gihîştina 100 hezar xwendekaran

Suphî Ozgen li ser amaran diyar kir ku par nêzîkî 60 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartibû.

Ozgen tekez kir ku ji bo îsal çavê wan li hejmareke gelekî zêdetir e û wiha pê de çû:

"Armanca me gihîştina 100 hezar xwendekaran e.

Heke li bajarên mezin ên wekî Stenbolê jî bi heman coşa Bakurê Kurdistanê xelk serî li dibistanan bide, em dikarin di vê qonaxê de bigihîjin vê hejmarê."

Peyam ji bo dê û bavan

Serokê Komeleya HezKurdê bangî hemû malbatên ku zarokên wan di polên 4, 5, 6, 7 û 8an ên seretayî û navendî de ne kir ku heta sibe serî li birêvebiriyên dibistanên xwe bidin û forma "dersa vebijêrkî" dagirin.

Ozgen got, "Zimanê me dayîka me ye û jiyana me ye. Heke em ne parêzin, em dê tune bibin.

Ji kerema xwe bi ti hincetê mebêjin wextê me nîne çimkî sibe derfeta dawî ye."

Dersa vebijêrkî ya zimanê Kurdî ji sala 2012an ve li dibistanên dewletê yên Tirkiyeyê tê dayîn. Lê li gorî çalakvanên ziman, ji ber kêmbûna mamosteyan û astengiyên îdarî her sal tenê rêjeyeke kêm a xwendekaran dikare jê sûdê wergire.

Dersa Kurdî

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartina dersên Kurdî ji bo xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an berdewam dike.

Malbat û xwendekar dikarin hata 20ê Sibatê dersên vebijêrkî hilbijêrin.

Xwendekarên polên 4, 5, 6 û 7an dikarin bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî wan dersan hilbijêrin.

Lê divê di her polekê de herî kêm 10 kes hilbijêrin da ku dersên Kurdî bên dayîn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK: Meha Remazanê li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz be
Rûsya dixwaze li Sûriyeyê bimîne
WSJ: Amerîka hemû leşkerên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne
Li Dêrsimê ji bo Kurdî seferberî heye
Li Rojavayê Kurdistanê daxwaza hilweşandina projeya Kembera Erebî tê kirin