Sezona sêyemîn a La Casa de Papel hat weşandin!

Sezona sêyemîn ya rêzefîlma La Casa de Papelê îro li ser Netflixê dest bi weşanê kir.

Sezona sêyemîn ya rêzefîlma La Casa de Papelê îro li ser Netflixê dest bi weşanê kir.
Temaşevanên 'La Casa de Papelê ev demek dirêj ketibûn mereqê ka dê sezona sêyemîn a rêzefîlmê kengî bê weşandin.
La Casa de Papelê di sezonên çûyî da bandorekî zêde li ser temaşevanan kiribû.

Temaşevan herî zêde meraq dikin " gelo karakterê Berlîn mir yan nemir?"
Di sezona dawîyê da ekîb, li Spanyayê dikevin dizîya derpxaneya qiralîyê û bi vê diziyê navê xwe li her derî didin bihîstin û bi awayekî profesyonlî pereyeke zêde didizin ê xwe ji polîsan difilitînin.
Beriya ku ji derbxaneyê birevin çend hevalên wan dimirin, çend kes jî birîndar dibin lêbelê sehneya dawî da beriya ku birevin polîs êrişê wan dike û yek ji karakterê sereke Berlîn di nav guleya da dimîne û rewşa wî diyar nabe.
Sezona duyemîn de ekîba La Casa de Papelê bi pereyê ku dizî kiribûn jiyanên xwe bi rihetî û kefxweşî didomin. Piştî demekî dirêj La Casa de Papel dîsa bi planekî derdikeve hemberî temaşevanan...
Di sezona sêyemîn de Rîo tê zefkirin û Tokyo ji bo wî bifilitîne ji Profesor alikariyê dixwaze. Profesor ji bona Rîo bigihîhîjîne azadiya xwe ekîbê ji nû ve berhev dike û vê carê dest bi planekî din dike ..


Dê La Casa de Papel çawa tê temaşe kirin ?


Rêzefîlm 19ê Tirmehê (Îro) li ser Netflîxe hat weşandin. Şopînerên La Casa de Papelê yên ku dixwazin rêzefîlmê temaşe bikin divê bibin endamê wî û bi vî awayê temaşe bikin.


(DD/MB)
Dilek Durgun


 

MAGAZÎN Haberleri

Dixwazin 7 sal cezayê hepsê lê bibirin
Vê hefteyê 8 fîlm wê bikevin vîzyonê
Li Venedîkê festîwala fîlman destpêkir
Gundê Qerezqelanê
Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, pêșange û konser