Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan

.

- Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û şandeke Îsraîlî bi navbeynkariya Amerîkayê li Parîsa paytexta Fransayê civiyan û kêmkirina aloziyê gotûbêj kir.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, Şeybanî û şandeya Îsraîlî "li ser hejmarek dosyayên girêdayî bihêzkirina aramiya li herêmê û başûrê Sûriyeyê gotûbêj kiriye."

Di civînê de bal hat kişandin ser kêmkirina aloziyê, destwerdanekirina di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de, gihîştina lihevkirinên ku piştgiriyê didin aramiya herêmê, çavdêriya agirbestê ya li parêzgeha Siweydê û ji nû ve aktîvkirina peymana 1974an.

Peymana 1974an a veqetandina hêzan a di navbera Sûriye û Îsraîlê de rawestandina şer û çavdêriya hêzeke Neteweyên Yekbûyî ya li herêma bêçek a di navbera her du aliyan de dihewîne.

SANAyê da zanîn ku gotûbêjên Sûrî-Îsraîlî "bi navbeynkariya Amerîkayê û di çarçoveya hewlên dîplomatîk de ne ku armanca wan bihêzkirina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û parastina yekparçebûna axa wê ye."

Parîsê dawiya meha Tîrmehê jî mazûvaniya civîneke bi heman rengî ya di navbera Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer de kiribû. Li gorî ajansên nûçeyan, hevdîtinên din ên rasterast ên Sûrî-Îsraîlî li Bakûya paytexta Azerbeycanê jî hatibûn kirin.

Ev hevdîtin piştî alozî û tundûtûjiyên 13ê Tîrmehê yên li parêzgeha Siweydê tên, ku piraniya şêniyên wê Durzî ne. Di wan rûdanan de zêdetirî 1600 kes hatibûn kuştin.

Kurdistan Haberleri

Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Kawa Ezîzî: Divê ENKS, MSD û HSD bibin yek
ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir
Şaxewan Ebdulah planek li ser Kerkûkê eşkere kir: Ev karesat e