Şêxmûs Sefer: Eger Kurdî nemîne em dê çawa behsa Kurdistanê bikin?

.

Civaknas Şêxmûs Sefer hişyariyê dide ku pêvajoya asîmîlasyonê li Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bûye û Kurd niha "xwebişaftinê" (oto-asîmîlasyon) dikin.

Sefer diyar kir ku eger zimanê Kurdî nemîne, dê doza ax û welat jî pûç bibe û got, "Zimanê te çermê laşê te ye, tu nikarî biguherînî."

Civaknas Şêxmûs Sefer bû mêvanê bultena Rûdawê û bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser rewşa zimanê Kurdî, bandora ziman a li ser kesayeta mirovan û guherîna civakî ya li Bakurê Kurdistanê da.

"Ziman ji bo Kurdan her tişt e"

Şêxmûs Sefer di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo neteweyên bindest û diyar kir ku cudahiyeke mezin di navbera nêrîna neteweyên serdest û bindest a li ser ziman de heye.

Sefer got, "Dibe ku ji bo kesekî ji neteweya serdest ziman tenê amûreke ragihandinê û dan û standinê be lê ji bo Kurdan ziman her tişt e.

Ziman ji bo Kurdan paşeroj e, dîrok e, kevnepşopî ye û folklor e. Kurd dema zimanê xwe winda dikin, van hemûyan winda dikin."

Metirsiya "xwebişaftinê"

Civaknasê Kurd destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê di sedsala borî de encam dane û niha Kurd bi destê xwe vî karî didomînin.

Sefer wiha axivî, "Dewletê karê xwe yê bişaftinê qedand û ev bar xist stuyê Kurdan.

Niha Kurd bi xwe, xwe asîmîle dikin. Em ji vê re dibêjin 'xwebişaftin' yan jî oto-asîmîlasyon.

Kurd êdî li mala xwe, li kolanê û di nava saziyên xwe de bi Tirkî diaxivin. Ev yek metirsiyeke mezin e."

"Zincîra di navbera nifşan de qetiya ye"

Şêxmûs Sefer bal kişand ser qutbûna pêwendiya di navbera nifşan de û diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê di navbera dapîr û neviyan de pirsgirêka ragihandinê heye.

Sefer rewş wiha şîrove kir, "Tiştê herî trajîk ew e ku dayîk bi Tirkî nizane, zarok bi Kurdî nizane. Nevî bi zimanê dapîra xwe nizane.

Ev qutbûn di navbera nifşan de dibe sedema windabûna çand û nasnameyê. Li ti dera cîhanê tiştekî wiha nîne.

Ev tenê li Bakurê Kurdistanê heye û karesateke mezin e."

"Zarok 1-0 şikestî dest bi jiyanê dikin"

Sefer li ser bandora perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li ser derûniya zarokan jî rawestiya û destnîşan kir ku zarokên bi zimanê xwe perwerde nabin, di jiyanê de li paş dimînin.

Sefer got, "Lêkolînên zanistî nîşan didin ku zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî mezin dibin, xwedî karaktere bihêztir in û di jiyanê de serkeftîtir in.

Zarokên Kurd dema diçin dibistanê û rûbirûyî zimanekî biyanî dibin, şokeke mezin dijîn.

Ew li hemberî zarokên Tirk 1-0 şikestî dest bi jiyanê dikin. Ev yek dibe sedema şerm, tirs û kêmbûna bixwebaweriyê."

"Ziman çermê laş e, zimanê biyanî kinc e"

Şêxmûs Sefer ji bo pênasekirina pêwendiya mirov û ziman mînakeke balkêş da û got:

"Gotinake Afrîkayî heye dibêje, 'Zimanê te çermê laşê te ye, zimanê biyanî kincê te ye.'

Tu dikarî kincê xwe biguherînî, îro rengakî û sibê rengakî din li xwe bikî lê tu nikarî çermê laşê xwe biguherînî.

Dema Kurd hewl didin bi Tirkî biaxivin û bijîn, ew hewl didin çermê xwe biguherînin lê ev ne pêkan e.

Dema tu bi Tirkî diaxivî, dinivîsî û siyasetê dikî, tu dibî Tirk."

Rexneya li kampanyayên dewletê

Sefer rexne li kampanyayên wekî "Bila keç biçin dibistanê" yên ku salên 2000î hatibûn destpêkirin girt û diyar kir ku armanca van kampanyayab ne tenê perwerde bû.

Sefer wiha pê de çû, "Bi van kampanyayan keçên Kurd xistin nava sîstema perwerdeya Tirkî.

Dema ew keç bûn dayîk, ew bi zarokên xwe re bi Tirkî axivîn.

Ji ber ku zimanê malê zimanê dayîkê ye, dema dayîk bi Tirkî axivî, zimanê Kurdî ji malan derket. Ev polîtîkayeke hûrbîn a dewletê bû."

"Bêyî ziman em dê çawa behsa Kurdistanê bikin?"

Di dawiya axaftina xwe de Şêxmûs Sefer hişyariyeke stratejîk da û rewşa Kurdan bi Îrlandiyan re muqayese kir.

Sefer got, "Hinek dibêjin Îrlandiyan zimanê xwe winda kir lê bûn dewlet. Rewşa me û wan ne yek e.

Eger zimanê Kurdî nemîne, em dê çawa îdia bikin ku ev der Kurdistan e? Eger her kes bi Tirkî biaxive, navê vir dibe Tirkiye.

Çeka herî mezin a di destê Kurdan de zimanê wan e. Divê em zimanê xwe biparêzin da ku em karibin li ser axa xwe xwedî statu bin."

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Amerîka: Divê xizmetguzarî vegerin Kobaniyê û sivîl werin parastin
Fermandarekî HSDyê: Artêşa Ereban Sûriyeyê ji Kobaniyê venekişiyaye
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Neçin Îraq û Îranê
Serok Barzanî û Bafil Talebanî civiyan: Rojev Serokkomarî û hikûmeta nû bûn
Kongreya Amerîkayê: Divê tundiya li hemberî Kurdan were rawestandin