Şêx Murşid Xeznewî bangî Kurdan kir: Li dora hêzên xwe bibin yek

.

Alimê Kurd Dr. Şêx Murşid Maşûq Xeznewî li ser rewşa dawî ya taxên Kurdan ên Helebê peyamek belav kir û bang li Kurdan kir ku li dora hêzên xwe bibin yek.

Dr. Şêx Murşid Maşûq Xeznewî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de daxuyaniyek da.

Xeznewî di peyama xwe de amaje bi êşên gel kir û got, "Me li Şêx Meqsûdê gelek êş kişand û tişt winda kirin lê me rêya xwe winda nekiriye û winda nakin."

"Em baweriya xwe bi Mezlûm Ebdî nû dikin"

Alimê Kurd destnîşan kir ku di demên wiha de divê piştgiriya hêzên Kurdan were kirin û wiha pê de çû:

"Rexnekirina HSDyê erk e lê devjêberdana hêzên me ne vebijêrek e.

Em baweriya xwe bi Generalê xwe Mezlûm Ebdî nû dikin û em dê ji bo gel û rûmeta xwe bi israr li ser vê rêyê dimeşin."

"Şiyar bibin û bibin yek"

Xeznewî bal kişand ser hêrsa gel a li hemberî bûyeran û wiha bang kir:

"Ez dizanim kolana Kurdan û gelê me çi qasî hêrs e û ez li gel we me. Lê şiyar bibin û bibin yek, mil bi mil, gelê Kurd û piştgirîya rêberiya xwe bikin.

Nehêlin nakokî bikeve nav me û me bixe nav dafika dijmin. Tevî êşê jî hûn pir hişyartir in."

Çi bûbû?

Roja sêşema borî Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên bajarê Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) kiribû.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ku girêdayî Rêveberiya Xweser e, bersiva êrişan dabû.

Li gorî ajansên Neteweyên Yekbûyî, rayedarên xwecihî û Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera 140 heta 180 hezar kes ji ber şer koçber bûne.

Her wiha di encama êrişan de nêzîkî 30 kesî canê xwe ji dest daye ku di nav wan de sivîl jî hene û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Hêzên navneteweyî, di serî de Amerîka û Neteweyên Yekbûyî, daxwaza kêmkirina aloziyan û parastina sivîlan dikin.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin