Sewqiyata leşkerî ya Amerîkayê û mûşekên Çînî: Rojhilata Navîn li ser agir e

.

Di demekê de ku çav li dan û standinên Îslamabadê yên navbera Amerîka û Îranê ne, îdiayên nû yên li ser sewqiyata çekan û hêzên leşkerî li herêmê deng vedidin.

Hat îdiakirin ku Çîn amadehiyê dike pergalên parastina asmanî bide Îranê û Amerîka jî leşkerên nû dişîne Rojhilata Navîn.

Sewqiyata çekan a Çînê ji bo Îranê

Li gorî nûçeya CNNê, 3 çavkaniyên ku agahiya wan ji nirxandinên îstîxbarata Amerîkayê heye, eşkere kirine ku Çîn dê di nava çend hefteyên paşerojê de pergalên parastina asmanî radestî Îranê bike.

Du ji wan çavkaniyan îdia kiriye ku Çîn hewl dide van sewqiyatan di ser welatên sêyem re derbas bike da ku "çavkaniya wan a rastî veşêre."

Hat diyarkirin ku ev çek mûşekên parastina asmanî yên li ser milan tên avêtin (MANPADS) in.

Berdevkê Balyozxaneya Çînê ya li Washingtonê ev îdia red kirin û got, "Çînê çek nedaye ti aliyekî şer; ev agahî ne rast in."

Berdevk her wiha bang li Amerîkayê kir ku ji îdiayên bêbingeh û nûçeyên sansasyonel dûr bikeve.

Amerîka leşkerên nû dişîne herêmê

Li aliyê din, tevî ku tê çaverêkirin li Îslamabadê dan û standin werin kirin, hat îdiakirin ku Amerîka plan dike di navbera 1,500 û 2,000 leşkerên nû bişîne Rojhilata Navîn.

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ), Amerîka tevî hewlên dîplomatîk jî sewqiyatên xwe yên leşkerî didomîne.

Amerîkayê van demên dawî balafirên şer ên nû şandine herêmê û niha jî amadehiyê dike ku di navbera 1,500 û 2,000 leşkerên ji Tûgaya 82yan a Hewayî bişîne.Her wiha berpirsekî Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihandiye ku bi hezaran leşkerên deryayî (marines) jî ber bi herêmê ve bi rê ketine.

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku niha wan keştiyên xwe yên şer tije çek kirine û eger dan û standin bi têk herin dê êrişên wan ên li ser Îranê careke din dest pê bikin. 

Kurdistan Haberleri

Qatilê Dr. Qasimlo, endamê heyeta danûstandinê ya Îranê bi Amerîkayê re li Pakistanê
PDK û YNK li ser postê Serokkomar dicivin
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Agirbest bêyî naskirina mafên gelan watedar nîne
New York Times: Îranê cihê wan mayînên ku li Hurmizê çandine winda kiriye
Serok Barzanî: Helwesta hin aliyên Iraqê nayê qebûlkirin