Şêwirmendê Serokomarê Îranê hevjîna xwe kuşt

Şêwirmendê Aborî yê Serokomarê Îranê Mihemed Elî Necefî hevjîna xwe ya duyem kuşt.

Şêwirmendê Aborî yê Serokomarê Îranê Mihemed Elî Necefî hevjîna xwe ya duyem kuşt.

Mihemed Elî Necefî 39 sal in di qada siyasî ya Îranê de ye. Bûye wezîr, serokê rêxistina plandanînê û budceyê û serokê şaredariya Tehranê û niha jî Şêwirmendê Aborî yê Serokomarê Îranê ye.

Roja sêşemê 28ê Gulana 2019an, termê Mîtra Ustadî ya 36 salî li mala wê hatiye dîtin ku du gulle li sîngê wê ketine. Çend demjimêr piştî eşkerebûna kuştina wê, Mihemed Elî Necefî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û ragihand ku sedema kuştina hevjîna xwe pirsgirêkeke malbatî ye.

Mihemed Elî Necefî dibêje: “Ez hinek hêrs bûm û min çeka xwe anî. Ew çû serşokê, ez jî li pey wê çûm. Min ji bo ku wê bitirsînim vî karî kir, min çeka xwe nîşan da û got dixwazî vê mijarê temam bikî yan na. Ew şok bû û hêj neçûbû nav serşokê, xwe avête ser min.”

Mîtra Ustadî di sala 1983an de li Kirmaşanê jidayîk bûye. Ji beşa jimêryarî derçûbû û di sala 2017an de di hilbijartinên Encûmena Bajarê Îslamşar ê Parêzgeha Tehranê berbijêr bû, lê dengê pêwîst bi dest nexistibû.

Mîtra Ustadî gotibû ku di civînên siyasî yên reformxwazan de Mihemed Elî Necefî nas kiriye û di bihara 2018an de zewicîne. Jiyanek ku ji destpêkê ve dengvedaneke wê ya mezin hebû. Ciyawaziya temenê wan 32 sal bû û car caran wêneyên wisa belav dikirin ku di nav rayedarên Îranê de pir tinebû.

Rojek piştî lixwemikurhatina kuştina hevjîna xwe, Necefî li dadgehê saziyên ewlehiyê yên Îranê jî anî nav dosyeyê. Mihemed Elî Necefî dibêje ku hevjîna wî alîkariya dezgehên ewlehiyê yên Îranê dikir û gefa nepakiyê lê kiriye.

Li gor gotina Necefî, hevjîna wî xwestiye ku jiyana wî wêran bike û biryar dabû ku zanyariyên nepenî bide medyayan, nepeniyek ku niha di bin destê saziyên ewlehiyê yên Îranê de ne û reformxwaz di wê baweriyê de ne ku di nakokiyên siyasî de li dijî wan têne bikaranîn.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike