Şêwirmendê berê yê Trump: Kurd li Sûriyeyê çekên xwe dananin

.

Şêwirmendê berê yê Donald Trump ragihand, Kurd li Sûriyeyê çekên xwe dananin û ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, pêwîst e di navbera Şamê û navçe û pêkhateyên cuda yên welêt de naskirineke hevbeş çêbibe.

Şêwirmendê berê yê Donald Trump di dema hilbijartinan de, Walid Phares ji K24ê re got: "Eger welatek xwedî pêkhateyên cuda yên neteweyî, olî, navçeyî û dîrokî be û di rabirdûyeke dijwar re derbas bûbe, divê ji aliyê hikûmeta navendî ve were naskirin." Herwiha wî mînaka Herêma Kurdistanê ya li Iraqê, naskirina Sûdana Başûr û sîstemên federal ên wekî Îmarat, Swîsre, Kanada û Belçîkayê anîn.

Derbarê hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, Phares hişyarî da û got: "Rêxistineke cîhadî bibe hikûmet, ev bi serê xwe kêşeyek e. Eger hikûmeta demkî jî cîhadî be û ne reformxwaz be, wê demê armanca wê redkirina pirrengî û hebûna pêkhateyên cuda ye ku rastî êrîşan hatine."

Şêwirmendê berê yê Trump li ser helwesta Amerîkayê jî wiha axivî: "Hebûna desthilateke cîhadî pirsgirêk e. Amerîkayê soz daye ku wê çareser bike û gav bi gav hikûmetê ber bi reforman ve bibe. Divê Amerîka daxuyaniyekê bide, ji ber ku dûrketina ji bîrdoziya cîhadî demê dixwaze, lê ew dem dest pê nake heta ku daxuyaniyek neyê dayîn."

Di dawiyê de, Phares rola Kurdan bi awayekî zelal anî ziman û got: "Kurd li Sûriyeyê yên herî bihêz in. Behsa danîna çekên wê tê kirin, lê ez di wê baweriyê de me ku Amerîka vê yekê qebûl nake. Li Sûriyeyê tiştek çênabe heger naskirina hevbeş tunebe. Naskirina hevbeş Sûriyeyeke nû ava dike, nebûna wê jî welêt vedigerîne serdema Beisê."

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin