Şeva derbasbûyî li Bajarê Avdanan û Mormoriyê de xelk hatine ser şeqaman

.

Roja Şemî 21ê Şibatê, li bajarê Avdananê ser bi parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê de xelk hatine ser şeqaman û li dîjî rêjîma dîktatore Îranê durûşm dan û şer û levdan di navbera wan û hêzên tepeserkere rêjîmê de qewimî û pêka zaniyariyan, çendîn xwenîşander jî birîndar bûne.

Hêzên rêjîmê “Yeiqûb Mihemdedî”, mamosta û girtiyê berê yê siyasî ku yek ji kesayetiyên bajarê Avdananê ye bi lêdan û bêrîzîkirinê bi wî û malbata wî, ev binçav kirin û xwenîşandan jî piştî vê yekê dest pê kirin û xelkê xwedî îrade ên bajarê Mormorî jî bo piştevanîkirin ji xwenîşanderên bajarê Avdananê hatine ser şeqaman û dirûşma bimre dîlktator dane.

Ew xwenîşandan ku li demjimêrên rojê ve dest pêkiribû, pêka dawî raporan heta direngî şevê jî berdewam bûne û xelk li ber deriyê mala “Yeiqûb Mihemedî” kom bûne.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan