Şervanê YPGê yê Îngilîz Ryan Lock di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da

The Guardianê diyar kir ku Ryan Lock ê ku beşdarî YPGê bûbû, di 21.12. 2016a de li nêzîkî gundê Caberê beşdarî şerê rizgarkirina Reqqayê bûye û di wî şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê Îngiltereyê yê bi navê Ryan Lock, ku beşdarî hêzên YPGê bûbû, li Rojava di dema şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

The Guardianê diyar kir ku Ryan Lock ê ku beşdarî YPGê bûbû, di 21.12. 2016a de li nêzîkî gundê Caberê beşdarî şerê rizgarkirina Reqqayê bûye û di wî şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

Ryan Lock berê ku biçe nav YPGê, li Îngiltereyê karê aşpêjiyê dikir. Hat ragihandin ku Lock gava ku ji malbatê vediqete, ji wan re dibêje ez ji bo betlaneyê diçim Tirkiyeyê lê di 31ê Tebaxê de di peyama xwe ya li ser Facebookê de got: "Ez diçim Rojava. Di mijara çûna Tirkiyeyê de min derew kir. Biborin, min ji her kesî veşart. Ez ji we hemûyan hez dikim. Ez ê di nava 6 mehan de vegerim."

sputnik

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin