Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgirî da biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a rawestandina êrişên li ser Îranê û şertên xwe eşkere kirin.
Netanyahu red kir ku ev agirbest Libnanê li xwe bigire.
Mercên Îsraîlê ji bo agirbestê
Netanyahu di daxuyaniyeke ku ji aliyê ofîsa wî ve hat belavkirin de got:
"Îsraîl piştgiriyê dide biryara Serok Trump a ku êrişan du hefteyan rawestîne, bi mercê ku Îran Tengava Hurmizê veke û agirbestê pêk bîne."
Wî her wiha diyar kir ku Îsraîl piştgiriyê dide hewlên Amerîkayê da ku Îran nebe xwedî çeka nukleer.
Netanyahu diyar kir ku divê Îran ne bi rêya mûşekan û ne jî bi rêya "terorê" li ser Amerîka, Îsraîl, welatên Kendavê û cîhanê nebe gef.
Nakokiya li ser Libnanê
Netanyahu red kir ku ev agirbesta demkî Libnanê li xwe bigire.
Lê Tehran dibêje ku divê her peymana agirbestê Libnanê jî bihewîne.
Trump beriya niha daxuyandibû ku ew razî ye êrişan du hefteyan rawestîne.
Lê wî ev yek bi vekirina "TEMAMÎ, LEZGÎN û EWLE" ya Tengava Hurmizê ve girê dabû.
Pêşniyara 10 xalî û dan û standinên li Islamabadê
Trump eşkere kiribû ku ev biryar piştî dan û standinên bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û Serokerkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr re hatiye girtin û gotibû:
"Em nêzîkî peymaneke dawî ne ji bo aştiya demdirêj a li gel Îranê û Rojhilata Navîn.
Me ji Îranê pêşniyareke 10 xalî wergirtiye û em di wê baweriyê de ne ku ev bingeheke guncav e ji bo dan û standinan."
Li aliyê din, Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand ku nûnerên wan dê li Islamabadê bi nûnerên Amerîkayê re ji bo temamkirina peymanê bicivin.
Helwesta Ebas Eraqçî û Pakistanê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser biryara agirbestê got:
"Heger êrişên li ser Îranê rawestin, hêzên me yên çekdar dê operasyonên xwe yên parastinê bidin sekinandin."
Wî her wiha da zanîn ku bi hevahengiya bi hêzên çekdar ên Îranê re, çûyîn û^hatina ewle di Tengava Hurmizê re du hefteyan gengaz e.
Berevajî gotinên Netanyahu, Serokwezîrê Pakistanê diyar kir ku peymana agirbestê "li her derê, di nav de Libnan û cihên din jî hene" yekser ketiye dewrê.