Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragıhand ku heta ku Tirkiye dest ji sîstema S-400 a Rûsyayê bernede, helwesta Washingtonê ya li ser firotina balafirên şer ên F-35 naguhere.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva nameya endamên Kongreyê da û bi awayekî zelal ragihand, “S-400 asteng e, helwesta me zelal e.”
Berpirsê Bilind ê Wezareta Karên Derve Paul Guaglianone bersiva nameya 20 endamên Kongreyê da ku wan dilgiraniya xwe li ser firotina balafirên F-35 û F-16 ên ji bo Tirkiyeyê anîbû ziman.
Amerîkayê tekez kir ku her cure firotina balafirên şer divê li gorî "Yasaya Rûbirûbûna Neyarên Amerîkayê bi rêya Cezayên" (CAATSA) be.
"Şertê S-400an sor e"
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ev xalên sereke rêz kirin:
Helwesta neguhêr: Helwesta Amerîkayê ya li ser kirîna sîstema S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye guhertin.
Mercên zelal: Mercên ku divê Tirkiye ji bo kirîna F-35an bi cih bîne diyar in û ev merc bi yasayên Amerîkayê re hevaheng in.
Hişyarî: Amerîkayê hikûmeta Tirkiyeyê agahdar kiriye ku kirîna sîstemên Rûsyayê bandoreke neyînî li ser hevkariya leşkerî û kirîna F-35an dike.
Hevdîtina Trump û Erdogan têrê nekir
Piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a 25ê Îlonê li Koşka Spî, hêviyên çareserkirina vê krîzê zêde bûbûn.
Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack piştrast kir ku her du serok li ser hemû pirsgirêkan axivîne, lê wî jî tekez kir û got:
"Ji bo ku Tirkiye vegere bernameya balafirên F-35, divê sîstema S-400 bi kar neyîne û dest jê berde."
Tirkiye di serdema yekem a Trump de, ji ber kirîna sîstema S-400 ji Rûsyayê, ji bernameya hevpar a F-35 hatibû derxistin.
Amerîka ditirse ku ev sîstema Rûsyayê zanyariyên hesas ên balafirên F-35 bidize û bide Moskowê.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku dan û standinên dîplomatîk didomin û ew hewl didin cezayan rakin.