Serokwezîrê Pakistanê: Rêkeftina Amerîka û Îranê di nava 24 saetan de tê îmzekirin

.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand, ew gihîştine qonaxa dawî ya rêkeftina aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de. Herwiha diyar kir, rêkeftin dê di nava 24 saetan de bi awayekî elektronîk bê îmzekirin.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro 13ê Hezîrana 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û diyar kir ku Amerîka û Îran nêzîkî îmzekirina rêkeftina aştiyê bûne.

Serokwezîrê Pakistanê di peyama xwe de aşkere kir, tê pêşbînîkirin di nava 24 saetên bê de hemû karên amadekariyê bidawî bibin û rêkeftin bi awayekî elektronîk bê îmzekirin. Herwiha Şerîf destnîşan kir ku piştî vê pêngavê, hefteya bê dê gotûbêjên li ser asta teknîkî di navbera her du welatan de dest pê bikin.

Şehbaz Şerîf di beşeke din a peyama xwe de spasiya Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê kir ku di dema danûstandinan de bi biryardarî û pabendbûneke berdewam tevgeriyan. 

Serokwezîrê Pakistanê geşbîniya xwe anî ziman ku ev rêkeftina dîrokî dê ne tenê dawî li girjiyan bîne, lê di heman demê de dê bibe bingeheke bihêz û qayîm ji bo dabînkirina aştiyeke mayînde û aramiyê li tevahiya navçeyê.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan