Serokwezîrê Kurdistanê diçe Îtalyayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, ji bo hevdîtinên fermî bike dê here Îtalya û Vatîkanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, ji bo hevdîtinên fermî bike dê here Îtalya û Vatîkanê.

Daxuyaniya Berdevkê Serokwezîriyê Samî Ergoş, li ser malpera fermî ya hikûmetê hat weşandin. Li gor daxuyaniya Ergoş, Barzanî dê îşev bi firokeya taybet ji balafirgeha taybet a Hewlêrê here Romaya paytexta Îtalyayê û ji vir jî derbasî Vatîkanê bibe. Barzanî dê li Vatîkanê bi serokê rûhanî yê alema katolîkan Papa Francîscûs re, hevdîtin bike.

Ergoşî di daxuyaniyê de wiha got:

"Birêv Serokwezîr di çarçoveya vê ziyaretê de dê bi serokê rûhanî yê alema katolîkan Papa Francîscûs, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re bê bal hev. Bi Vatîkan û rêvebirên Îtalyayê re dê li ser mijarên wek rewşa dawîn a herêmê, têkoşîna li dijî terorê tê birêvebirin, drama însanî ya penaberan, têkiliyên di navbera HKI û Îtalyayê de, bisekinin. Di çarçoveya hevdîtinan de dê hevkariya di navbera her du welatan de û çend mijarên din jî binirxînin."

Alîkarê Serokwezîr Kûbat Talabanî, Wezîrê Karên Olî Kemal Mislim, Berpirsiyarê Peywendiyên Derveyî Welêt Felah Mistefa û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî dê digel Barzanî herin.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin