Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê

.

Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî wê bi heyetekê serdana Enqerê bike û bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin bike. 

Di vê pêvajoya ku li herêmê gelek geşedanên girîng diqewêmin de Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî tê serdana Tirkiyeyê. Endamê Komîsyona Karên Derve yê Koalîsyona Fetîhê Mûhtar Mahmûd, diyar kir ku wê di rojên pêş de ji bo ku bi Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin bike Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî serdana Enqereyê bike. 

Serdana Kazimî, di meha îlonê de dema sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz serdana Kazimî kiribû jî hatibû rojevê. Kazimî, ragihandibûn ku ji bo serdana xwe ya Enqereyê ji Erdogan nameya vexwendinê girtiye. 

Tê payîn ku bi Kazimî re heyeteke payebilind jî serdana Enqereyê bike. Wê di nav serdanê de rayedarên leşkerî cih bigirin. Wê di serdanê de operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê, pirsgirêka avê, têkiliyên aborî û vekirina deriyekî nû yê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bên nirxandin. 

Li gorî çapameniya Iraqê wê di navbera aliyan de avakirina koordinasyoneke hevpar a leşkerî jî bê nrixandin. 

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin