Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir

.

Di çarçoveya serdaneka fermî de bo Komara Almanyaya Federal, şandeka parêzgeha Dihokê li gel Serokwezîr û berpirsên bilind ên herêma Baden-Württembergê civiya; di hevdîtinan de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan di warên aborî, veberhênan û tenduristiyê de hat kirin.

Şanda parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Duşem, 29ê Hezîrana 2026ê) ji aliyê Serokwezîrê nû yê herêma Baden-Württembergê ya Almanyayê Cem Özdemir ve hat pêşwazîkirin.

Di destpêka wê hevdîtinê de, şanda parêzgeha Dihokê silav û rêzên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihandin Cem Ozdemîr û pîrozbahî li wî kir ku wekî Serokwezîrê nû yê wê herêmê dest bi karî kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Cem Ozdemîr herwisa silavên xwe bo Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şandin û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê bi giştî, û parêzgeha Dihokê bi taybetî kir.

Herwisa du alî di wê hevdîtinên li ser berdewamiya hevahengî û hevkariyan di warên aborî, veberhênan, çandinî, tenduristî, xwendina bilind û pirsên mirovî de hevdeng bûn.

Pêşxistina peywendiyên bazarganî û aborî

Her di berdewamiya wê serdanê de, şanda parêzgeha Dihokê li gel Wezîrê Yekem û Berpirsê Dîska Bazarganî ya Baden-Württembergê Florian Hassler civiya. Di vê hevdîtinê de jî, şanda Dihokê pîrozbahî li wî kir ku dubare wekî Wezîrê Yekê hatiye hilbijartin û hêviya serkeftinê bo wî xwast.

Tewerekî serekî yê wê civînê bo nîqaşkirina li ser pêşxistina peywendiyên bazarganî û aborî, û wergirtina feydeyî ji ezmûna Almanyayê bo pêşxistina kertên xizmetkariyê li parêzgeha Dihokê hat terxankirin, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du aliyan bike.

K24

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI AMEDÊ ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ BIBÎRANÎN