Serokwezîrê Berê yê Îtalya Berlusconi bi Vîrusa Korona Ket

Yek ji serokwezîrên berê yên Îtalya Silvio Berlusconi bi vîrusa korona ket.

Doktorê Berlusconi bi daxuyanîyekê ragihand ku li ser Berlusconi yê 83 salî ti nîşana nexweşîyê tune û ew li mala xwe ketiye karantînê.
Li gor daxuyanîya doktorê Berlusconi, ew demekê li Girava Sardinya maye, testa vîrusa korona kiriye û ew test pozîtîf derketiye.
Girava Sardinya di rojên dawî de bi zêdebûna hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona ketibû rojeva Îtalya.
Karsazê Îtalî Flavio Briatore jî, ku bi Berlusconi re li Girava Sardinya hatibû dîtin, hefteya borî bi vîrusa korona ketibû.
Agahîyên dawî yên karbidestên saxlemî yên Îtalay raber dikin ku li wî welatî pirtir ji 271,000 kes bi vîrusa korona ketine û 35,497 kes bi wê mirine.

 

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'