Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Holandayê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî de gihişte paytexta Holanda Amsterdamê û li gel serokwezîrê wî welatî Mark Rutte hevdîtinek kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro gihişte ofîsa Serokwezîriya Holandayê û ji aliyê serokwezîrê wî welatî Mark Rutte ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re axivî û behsa serdana xwe ya Tirkiyê kir û diyar kir, hevdîtinên li gel berpirsên Tirkiyê pir baş bûne. 

 

Derbarê serdana Belçîkayê jî Barzanî got: "Vexwendina Balçîkayê rastê dema vexwendina Tirkiyê hat. Lê em ê li gel ofîsa xwe binêrin ka kîjan dem ji bo hevdîtinan giring e."

 

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte jî bi kurtî diyar kir û da xuyakirin, ku hevdîtineke erênî bûye.

 

Hate ragihandin, ku di şanda Herêma Kurdistanê de Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlawer Ajgeyî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî cîh digrin.

 

Hate zanîn, ku ofîsa serokwezîrtiya Holandayê ji bo pêşwazîkirina Barzanî ferşa sor raxistibûn û got: “Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte bixwe xwestiye ev hevdîtin were kirin. Holanda dixwaze li gel Herêma Kurdistanê peywendiyên dualî bihêz bike.”

 

Derbarê naveroka hevdîtinê jî wiha hat gotin: “Mijara koçberan, handana kompanyayên holandî ji bo li Kurdistanê kar bikin, mijara alîkariya ji bo pêşmerge û rûbirûbûna terorê rojevên giring ên hevdîtina îro bûne.”

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin