Serokkomarê Îraqê li Hewlêrê ye

.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd gihîşt Hewlêrê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Letîf Reşîd pêşwazî kir.

Serokkomarê Îraqê dê bi cuda cuda bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî re bicive.

Berpirsê Pêwendiyên Serokkomariya Îraqê Hewrê Hawrê Tofîq li ser serdana Letîf Reşîd ji  Rûdawê re axivî.

 Hawrê Tofîq eşkere kir ku dê Serokkomarê Îraqê beşdarî konferansekê li ser guherîna keşûhewayê bibe û dê li ser ava Îraqê gotarekê pêşkêş bike.

Zanîngeha Kurdistanê îro û sibehê, li ser bandora hişkesaliya ya li ser siyaset û demografiya Îraqê konferansekê li dar dixe.

Kurdistan Haberleri

270 hezar koçberên Şingalê hîna li benda vegera malên xwe ne
Mohsen Rezayî: Trump cara sêyem e xiyanetê dike
Gelo Pêşmerge dê tevlî artêşa Îraqê bibin?
Bloomberg: Li Kuweytê ji ber ketina parçeyên mûşeka Îranê çend Amerîkayî birîndar bûn
NATO: Em dê alîkariya Pêşmergeyan bikin