Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got, “Dema şerê bi Îsraîlê re tirsa min a herî mezin ew bû ku bêyî Xamineyî şerê navxweyî derkeve.”
Mesûd Pizîşkiyan beşdarî rûniştina asayî ya Parlamentoya Îranê bû û ji bo pêşkêşkirina rapora çalakiyên kabîneya xwe axivî.
Wî di axaftina xwe de amaje bi girîngiya pêgeha Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ya ji bo parastina yekrêziya navxweyî ya welêt kir.
Li gorî Pizîşkiyan, hebûna Elî Xamineyî ji bo nehiştina nakokiyên navxweyî girîng e.
Serokkomarê Îranê diyar kir di şerê 12 rojî de tenê ji wê yekê bi fikar bûye ku di egera hedefgirtina Elî Xamineyî ya ji aliyê Îsraîlê ve, şerê navxweyî derkeve.
Mesûd Pizîşkiyan, Elî Xamineyî wekî "stûna welêt" bi nav kir û got:
"Dibe ku em bi hev re li nav welêt nakok bin lê di dawiyê de kesek heye ku biryarê dide."
“Hewce nake ku Îsraîl were, em dê…”
Serokkomarê Îranê behsa şerê 12 rojan ê di navbera Tehran û Tel Evîvê de kir û got:
"Di wê demê de ti tirsa min ji tiştê ku dê biqewime nebû lê ez ji wê yekê bi fikar bûm ku eger Xweda neke tiştek were serê wî (Xamineyî), em dê bi hev re şer bikin û hewce nake ku Îsraîl were."
“Em hîn fêrî şêwaza rast a axaftina bi hev re nebûne, em gelekî bi hêsanî hevdû dixapînin lê di dawiyê de kesek heye ku di nakokiyan de bibêje vî karî bikin yan wî karî mekin.
Ji ber vê yekê divê em hebûna wî bi qîmet bibînin û bi israr li pişt wî bisekinin."
Şerê 12 rojan ê Tehran û Tel Evîvê 13ê Hezîrana îsal bi êrişeke berfireh a Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kiribû û gelek fermandarên leşkerî û zanayên atomî hatibûn kuştin.
“Em niha wî nakujin”
Wê demê Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke gefxwarinê de derbarê Elî Xamineyî gotibû:
"Em baş dizanin ew kesê ku jê re dibêjin 'Rêberê Bilind' xwe li kû derê veşartiye.
Ew armanceke hêsan e lê ew li wir ewle ye, em wî nakujin, qet nebe ne niha."