Piştî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li Alaskayê, serokên Ewropayê daxuyaniyeke hevpar da û piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê ragihand.
Di daxuyaniya hevpar a serokên Ewropayê de hat gotin, “Sînorên navneteweyî bi zorê nayên guhertin. Em dê ji bo zextê li aboriya Rûsyayê bikin, cezayan zêde bikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, li gel şandeyên xwe yên payebilind li bajarê Anchorageyê yê Alaskayê li hev civiyan.
Ji civîna ku nêzîkî 3 saetan ajot “aştî” derneket lê Pitin ji bo hevdîtineke din Trump vexwend Moskowê.
Li ser pêvajoya ku çav li serê bûn, serokên Ewropayê jî daxuyaniyek da.
"Piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê dê bidome"
Komîsyona Ewropayê roja şemiyê daxuyaniyek da û tê de hat gotin ku serokên Ewropayê amade ne bi Serokê Amerîkayê Trump û Serokê Ukraynayê Zelenskyy re ji bo lûtkeyeke sêalî ya bi piştgiriya Ewropayê bixebitin.
Di daxuyaniya ku çend saetan piştî civîna Trump û Putin hat weşandin de hat gotin:
“Biryardayîna li ser axa xwe, li ser Ukraynayê ye. Divê sînorên navneteweyî bi bikaranîna hêzê neyên guhertin.”
Di daxuyaniya hevpar de ku li ser agirbesteke muhtemel a di navbera Rûsya û Ukraynayê de bû, wiha hat gotin:
“Sînorên navneteweyî bi zorê nayên guhertin, piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê dê bidome.
Em dê ji bo zextê li aboriya Rûsyayê bikin, cezayan zêde bikin. Em bi kêfxweşî pêşwaziyê li daxuyaniya garantiyên ewlehiyê yên Amerîkayê dikin.”
Daxuyanî ji aliyê Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb, Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk û Serokê Konseya YEyê Antonio Costa ve hat îmzekirin.
"Em bi kêfxweşî piştgiryê didin"
Serokan diyar kir ku ew "bi kêfxweşî piştgiriyê li hewlên Serok Trump ên ji bo rawestandina kuştinên li Ukraynayê, bidawîkirina şerê êrişkarî yê Rûsyayê û pêkanîna aştiyeke adil û mayînde dikin."
Serokan li ser "garantiyên ewlehiyê yên wekî hesin zexm" û "bêsînor" ji bo hêzên çekdar ên Ukraynayê israr kir û got:
"Rûsya nikare di rêya Ukraynayê ya ber bi YE û NATOyê de xwedî mafê vetoyê be."
Di daxuyaniyê de her wiha soza ku "heta kuştin li Ukraynayê berdewam bikin" dê cezayên li ser Rûsyayê jî berdewam bikin, hat dubarekirin.
Zelenskyy banga ‘aşitiyeke rasteqîn’ kir
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniya Ewropayê parve kir û banga “aşitiyeke rasteqîn” kir û got:
“Ne tenê rawestgeheke din di navbera dagirkeriyên Rûsyayê de.”
Zelenskyy her wiha anî ziman ku wî ji Trump re gotiye, "Heke civîneke sêalî çênebe yan jî Rûsya xwe ji bidawîkirina şer bi awayekî durust bide alî, divê ceza bên xurtkirin."
Putin: Hevdîtineke baş bû
Putin piştî hevdîtinê di civîneke çapemeniyê de axivî û got, “Hevdîtina me avaker, li ser bingeha rêzgirtina dualî û bi feyde bû.
Ez hêvî dikim ku têgihiştina me ya bi Trump re bibe sedema gihiştina armanca me û pêkhatina aştiyê li Ukraynayê.”
Trump: Niha li ser Zelenskyy ye
Trump jî diyar kir ku wî di lûtkeya bi Putin re de di gelek mijaran de pêşketin tomar kiriye lê hîn jî mijarên girîng hene ku divê bên çareserkirin û got:
"Niha çareserkirina vê yekê bi tevahî li ser Serok Zelenskyy ye. Divê welatên Ewropayê jî hinekî tevlî bibin lê ev li ser Zelenskyy ye."
Trump amaje pê kir ku dibe di pêşerojê de di navbera Putin û Zelenskyy de hevdîtinek çêbibe û wiha axivî:
"Dê civîneke di navbera Zelenskyy û Putin de were lidarxistin û ez jî dê beşdar bibim. Eger bixwazin, di civîna bê de ez jî dê li wir bim.
Ez dixwazim vê yekê pêk bînim û şansê me yê pêkanîna vê yekê jî gelekî zêde ye."
Zelensky diçe Amerîkayê
Ji aliyê din ve, lîderê Ukraynayê Zelenskyy piştî hevdîtinê daxuyaniyeke surprîz da û got:
"Ez dê roja duşemê ji bo gotûbêjkirina hemû hûrgiliyên bidawîkirina şer li Washington DCyê bi Serok Trump re bicivim.”