Serokê Zanîngeha Kobaniyê: Derçûyên doktoraya Kurdî di nava çend mehan de tên

.

Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mehmûd ragihand ku di çarçoveya gotûbêjên li gel hikûmeta Şamê de, parastina sîstema perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî ji bo wan "xeta sor" e.

Şervan Mehmûd da zanîn ku wan dosye û komîteyên xwe ji bo dan û standinan amade kirine û daxwaza wan a sereke ew e ku zanîngeh li ser hîmê xwe yê niha berdewam bike.

Şervan Mehmûd her wiha mizgînî da û got ku piştî vekirina masterê, niha doktoraya zimanê Kurdî jî li zanîngehê dest pê kiriye û di nava çend mehên bê de dê derçûyên yekem ên doktorayê yên di vî warî de tezên xwe nîqaş bikin.

Şervan Mehmûd tekez kir ku nêzîkî 1,200 xwendekarên wan ên fermî hene û heta niha 550 xwendekar derçûne û di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin.

Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mehmûd di hevpeyvîneke taybet de pirsên Pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Zanîngeha Kobaniyê di salên borî de wekî bingeheke zanistî li herêmê hatiye naskirin. Tu dikarî bi kurtî ji me re bibêjî ka vê zanîngehê heta çi astê xizmeta akademîk û çandî pêşkêşî zimanê Kurdî kiriye?

Şervan Mehmûd: Wekî em dizanin, Zanîngeha Kobaniyê di 2017an de hat damezirandin û damezirandina Zanîngeha Kobaniyê jî pêwîstiyeke pir girîng bû ji bo herêmê. Tevahiya herêmên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bûn, dema ku me rêjîma Beasê ji vê derê derxist, êdî me bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade kir û me perwerdeya xwe bi giştî bi zimanê dayikê dida zarokên xwe. Xwendekar gihiştin asta ku êdî lîse xelas kirin, pêwîstiyek hebû ku ev xwendekar di saziyeke bilindtir de xwendina xwe bidomînin. Li ser vê bingehê, pêwîstiyek hebû ku zanîngeh were vekirin.

Lewra jî di 2017an de Zanîngeha Kobaniyê hat damezirandin, lê em bibêjin damezirandina Zanîngeha Kobaniyê di şert û mercên pir zor û zehmet de bû. Serkeftina berxwedana Kobaniyê pêk hatibû û em dikarin bibêjin hema ji sedî 60yê bajarê Kobaniyê hatibû rûxandin. Kobanî hîn di demeke nûavakirinê de bû. Lewra jî me zehmetiyên pir mezin dîtin di damezirandina Zanîngeha Kobaniyê de.

Di warên avahiyan, laboratuwaran û kadroyên perwerdeyê de, zehmetî hebûn. Lê me biryar dabû, me gotibû pêwîstiya vê herêmê bi vekirina zanîngehekê heye. Zarokên vî welatî heq kiriye ku ji bo wan zanîngehek were vekirin da ku xwendina xwe bidomînin. Li ser wê bingehê jî, li ser hîmên akademîk me Zanîngeha Kobaniyê damezirand bi fakulteya wêje û fakulteya zanistên xwezayî, beşên fîzîk û kîmyayê.

Rûdaw: Niha çend kolej li Zanîngeha Kobaniyê hene?

Şervan Mehmûd: Bi rastî, van rojan gelek beş û fakulte hene. Ji ber ku sal bi sal wekî Zanîngeha Kobaniyê em berfirehtir bûn, me beşên xwe zêdetir kirin, hejmara xwendekarên me zêde bû. Zêdetirî 12 beşan û 8 fakulte di Zanîngeha Kobaniyê de hene.

Rûdaw: Hemû bi zimanê Kurdî ye, yanî xwendin li wan beş û fakulteyan hemû bi zimanê Kurdî ye?

Şervan Mehmûd: Siyaseta zimanî ya di hundirê Zanîngeha Kobaniyê de zimanê Kurdî ye, ev wekî siyaseta me ya zimanî ye. Lê zanîngeh xwe di çarçoveya zimanekî tenê de mehkûm nake. Di Zanîngeha Kobaniyê de bi zimanê Îngilîzî jî ders tên dayîn, zimanê Erebî jî tê dayîn. Lê siyaseta me ya zimanî û zimanê sereke yê di zanîngehê de zimanê Kurdî ye.

Hinek beşên me hene, wekî beşên zanistên civakî, beşên perwerdeyê, beşên zimanê Kurdî, ev bi giştî tenê bi zimanê Kurdî tên dayîn. Lê em dizanin, yanî di warê çavkaniyan de, bipêşketin di zanistê de hatiye çêkirin, bi taybetî li fakulteya zanistên xwezayî û fakulteya me ya bijîşkî ev bi zimanê Îngilîzî jî tê dayîn.

Rûdaw: Niha gotûbêjên germ hene li ser yekxistina sîstema perwerdeyê, entegrasyonê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de. Di çarçoveya van gotûbêjan û rêkeftina nû de, dê çarenivîsa yasayî ya Zanîngeha Kobaniyê çi be?

Şervan Mehmûd: Bi rastî, heta niha bi awayekî yekser nîqaş derbarê Zanîngeha Kobaniyê de bi me re nehatiye kirin. Me komîteyên xwe yên gotûbêj û nîqaşê amade kirine û me dosyeyên xwe yên giştî yên zanîngehê jî amade kirine. Niha di çarçoveya perwerdeyê de, ji pola yekem heta pola 12an bi Desteya Perwerdeyê re nîqaş tê kirin. Bê guman perwerde xelekeke bi hev ve girêdayî ye. Sîstema perwerdeyê çawa were birêkûpêkirin, eynî wê zanîngeh jî bi wî awayî be. Lê dixwazim tekez bikim, Zanîngeha Kobaniyê taybetmendiya xwe heye, rewşeke xwe ya cuda heye, ji ber ku ev xwendekar bi giştî bi Kurdî xwendine û li zanîngehê jî Kurdî dixwînin.

Lewra jî daxwaza me ya sereke ew e ku Zanîngeha Kobaniyê li gorî awayî xwe yê niha sîstema xwe ya perwerdeyê bidomîne. Ev xwesteka me ya sereke ye. Belkî di zêdekirin û guhertina hinek materyalan de em vekirî ne, pirsgirêk nîne. Sîstema îdarî li gorî rewşa Sûriyeyê guhertin tê de çêbibe, ew jî pirsgirêk nîne. Lê wekî stratejiya zanîngehê ku li ser çi hîmî hatiye avakirin, li ser wî esasî bidome.

Doh li Kobaniyê dîdareke berfireh ya eşîran hat lidarxistin ku ew jî li Zanîngeha Kobaniyê bi rê ve çû û berpirsên Hikûmeta Sûriyeyê jî tê de beşdar bûn. Piştî dîdarê wan serdana beşên zanîngehê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku li vê herêmê zanîngehek hatiye çêkirin û cihê zanistê be û di heman demê de cihek be ku civak lê kom dibe.

Em destpêşxeriyên bi vî rengî dibînin û em bi hêvî ne ku ev yek li ser erdê bê wergerandin û hêvî û daxwaziyên bi hezarên xwendekarên ku li vê derê xwendine û derçûne herin serî ji ber ku soza me her tim ji bo xwendekaran ew bû ku her tim bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibînin û ew ê qet poşman nebin û dê paşeroja wan di Sûriyeyê de hebe.

Rûdaw: Baş e, dema ku berpirsên hikûmetê serdana zanîngehê kir û we ev daxwaziya xwe bi zelalî ji wan re got, bersiva wan çi bû, çi soz dan we?

Şervan Mehmûd: Bi rastî, ew berpirsên hikûmetê ne yên qada perwerdeyê bûn. Beşek ji wan yê qada leşkerî bû û beşek yê lihevhatina eşîran û şêwirmendên serokkomar bûn. Piştî Dîdara Eşîran, wan xwest werin qehweyekê li zanîngehê vexwin. Lê wekî nîqaşeke giştî bû, wan kêfxweşiya xwe ji bo damezirandina zanîngehekê û her wiha pêşwazîkirina vê dîdarê ji bo me pêşkêş kir.

Rûdaw: Çend xwendekar niha li Zanîngeha Kobaniyê hene û çend xwendekar bawername wergirtine?

Şervan Mehmûd: Di vê dema dawî de, me sîstema xwendina azad jî ragihand di zanîngehê de, di gelek beşên wê de. Ew jî ji bo xwendekarên ku di hundirê saziyan de cih digirin û derfeta wan a dewama rojane nîne. Me sîstemek ji wan re ava kiriye, ew dixwînin û piştre li zanîngehê ezmûnan dikin. Xwendekarên fermî yên ku dewam dikin nêzîkî 1,200 xwendekar in û xwendekarên azad ên ku navê xwe tomar kirine nêzîkî 2,000 xwendekar in. Nêzîkî 550 xwendekar ji Zanîngeha Kobaniyê derçûne û bawernameyên xwe wergirtine, niha di sazî û dezgehan de cihê xwe girtine.

Rûdaw: Naskirin, yanî dê bawernameyên wan ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ve bên naskirin? Nîqaş li ser vê yekê heye?

Şervan Mehmûd: Belê, ew komîteya dîplomasiyê ya giştî ku li ser asta Rêveberiya Xweser hatibû avakirin, ew dan û standinan bi hikûmetê re dike. Piştre li ser dosye bi dosye komîteyên wê tên çêkirin. Li gorî agahiyên ku dane me, ev yek bi awayekî zelal hatiye nîqaşkirin. Biryar li ser bawernameyan hatiye girtin. Mekanîzmaya sîstema perwerdeyê di dema pêş de niha tê nîqaşkirin.

Rûdaw: Beşa Zimanê Kurdî di nava Zanîngeha Kobaniyê de xwedî pêgeheke taybet e, te jî got ku ji beşên ku ji destpêka damezirandina zanîngehê ve hatiye vekirin e. Gelo piştî entegrasyonê û yekxistina bernameyên xwendinê li Sûriyeyê, metirsî li ser guherandina rêbazê an jî sînordarkirina vê beşê heye yan na?

Şervan Mehmûd: Bi rastî, beşa ziman û wêjeya Kurdî ew beş e ku zanîngeh li ser wî esasî hat damezirandin. Ji bo me ev beş gelekî girîng e. Yanî di zanistê de ti carî me cudahî nexistiye navbera beşan. Zanistên xwezayî dibe, zanistên wêjeyî dibin, em bêjin zanist bi giştî pîvaneke wekhev e. Lê dema ku mijar dibe mijara zimanê dayikê, ew bi xwe mijareke neteweyî jî dide pêş. Lewra ji bo me zimanê Kurdî xeta me ya sor e û di çarçoveya nîqaşên derbarê perwerdeyê de, em ji bo zimanê Kurdî qet ti gavan paş de navêjin.

Ji ber ku wêjeya Kurdî xwe îspat kiriye ku gelekî dewlemend e û her wiha tiştên ku me di hundirê wêjeya Kurdî û hûrgiliyên zimanê Kurdî de dîtine, gelek zimanên cîhanê yên kevnar jî derbas kirine. Lewra çênabe careke din em têxin nîqaşê wêje û zimanê xwe. Ev yek ji bo me xeta sor e û em ê di vê yekê de bidomin.

Wekî agahî jî, wekî cenabê we û temaşevanên me jî dizanin, mastera yekemîn di Zanîngeha Kobaniyê de ji bo mastera zimanê Kurdî bû. Xwendekaran bidawî kir, derçûn û niha jî zêdetirî salekê ye doktoraya zimanê Kurdî vebûye û xwendekar dixwînin û di demeke nêzîk dê derçûyên doktorayê di vê beşê de hebin.

Rûdaw: Mizgînî ye, ev nûçeyeke xweş e Mamoste Şervan. Kengî dê derçûyê yekem ê doktorayê di beşa ziman û wêjeya Kurdî de ji Zanîngeha Kobaniyê derkeve?

Şervan Mehmûd: Ez bawer nakim ku pir dirêj bike, yanî sê-çar mehên din êdî dê dest bi nîqaşkirina tezên doktorayê were kirin. Ji ber ku dema nîqaşa masterê hat kirin hinekî dirêj kir, yekser me kadroyên doktorayê, profesorên wê dîtin û me yekser bernameya doktorayê jî bi rêk xist. Hinek xwendekaran dest bi doktorayê kir. Zimanê ku gihişte asta ku êdî master û doktoraya wê were vekirin, ez bawer nakim careke din mafê kesekî hebe ku vî zimanî têxe nîqaşê.

Rûdaw: Dibe ku hin hincet hebin ku mamosteyên ji bo perwerdeya Kurdî li bajarê Kobaniyê wekî hejmar têrê nekin ku waneyan li hemû dibistanan bi Kurdî bidin, hûn wekî Zanîngeha Kobaniyê di salên çûyî de û niha rola we çi bûye ji bo amadekirina mamosteyên perwerdeya Kurdî yên dibistanan? Çend mamoste ji zanîngeha we derçûne?

Şervan Mehmûd: Bi rastî, niha tevahiya sîstema perwerdeyê li dibistanên Kobaniyê bi zimanê Kurdî tê dayîn. Yanî zimanê biyanî, zimanê Erebî jî tê dayîn. Çi materyalên zanistên xwezayî, çi materyalên zanistên civakî, bi giştî bi zimanê Kurdî tê dayîn û mamosteyên ku didin jî bi giştî bi Kurdî didin. Beşeke pir mezin ji derçûyên Zanîngeha Kobaniyê di hundirê van dibistanan de cihê xwe digirin.

Û em ji bîr nekin, Peymangeha Şehîd Zozan hat damezirandin. Vê peymangehê jî hem beşên wê yên pisporî hebûn, yanî tê de bîrkarî, fîzîk, kîmya dihatin dayîn, û hem beşên wê yên zanistên civakî tê de dîrok, erdnîgarî, ziman dihat dayîn. Ew derçû bi giştî di hundirê dibistanan de niha cihê xwe digirin û mamostetiya xwe dikin û bi zimanê Kurdî jî dersan didin.

Lewra wekî herêma Kobaniyê, qet pirsgirêkên me di vî warî de nînin ku giştî dibistanên me bi vî awayî bidomin bi zimanê Kurdî. Kadroyên me jî hene û ez dikarim bibêjim derfetên me hene ku em herêmên din jî bi kadroyên hînkirinê dagirin.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

TAYBET - Yekîtiya Ewropayê rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan gotûbêj dike
Mezlûm Ebdî: Tabelayên li bajarên Kurdan dê duzimanî bin
Wezîrên Derve yên Spanya û Finlandayê: Mafên pêkhateyan li Sûriyeyê xeta sor e
Jêderek: Wezareta Navxwe ji bo Malîkî yekalî bûye
Parêzerên Hesekê li ber Koşka Dadê: Zimanê Kurdî nasnameya me ye