Serokê rêxistina ENKS li Amûdê hate revandin û îşkence kirin

Serokê rêxistina ENKS li Amûdê hate revandin û îşkence kirin

 

Roja duşembê 30.5.2016, dema ku ji civîna komîteya herêmî ya ENKS li Amûde vedgeriye malê, Yûnis Esead serokê rêxistina ENKS li Amûdê, nêzîkê gundê xwe Cewheriyê, ji aliye çend çekdarên nenas ve hate revandin.

Hêrîşkerên ku siwarê erebeka sipî modela "VAN" bûn, piştî îşgenceyeka hovane, ew di rewşeka tendirûstî gelek xerab de, li nêzîkî gundê Xanikê ku dikeve li ser rêya kû Amûdê bi Derbêsiyê ve girê dide, ji erebê avêtin û berê xwe dan cihekî nediyar.

Hêjayî gotinê ye ku heman erebe di bûyerên revandina rikeberên rêveberiya xweser, û bi taybetî alîgirên partiyên ENKS de berê jî çend caran hatiye bikaranîn, lê hîna jî serbest rêyên Cizîrê dipîve?! 

ENKS di daxuyaniyekê de, çekdarên PYD bi revandina Yûnis Esead tawanbar kirin, û da zanîn ku kiriyarên wisa, dê nikaribin bi ti awayî, xebata wê jibo mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê rawestînin.  

(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê