Serokê Rêxistina Dadwerî ya Asûriyan a li Amerîkayê Sam Darmo Herêma Kurdistanê ziyaret kir û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.
Sam Darmo ragihand ku armanca sereke ya serdanê ew e ku pêwendiyên di navbera Asûriyên li Amerîkayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bên bihêzkirin û rê li ber koçkirina Asûriyan a ji axa bav û kalan bê girtin.
Serokê Rêxistina Dadwerî ya Asûriyan a li Amerîkayê Sam Darmo pirsên Şehiyan Tehsînê bersivandin.
Rûdaw: Tu bi xêr hatî Rûdawê, ez gelekî kêfxweş im ku hûn li vir in.
Sam Darmo: Spas.
Rûdaw: Destpêkê hûn dikarin behsa mebest û armanca xwe bikin? Sedema serdana we ya Kurdistanê çi bû? Armanc li pişt vê serdanê çi ye?
Sam Darmo: Baş e, berî her tiştî ez di jiyana xwe de qet nehatibûm vir. Ji ber wê min got êdî dema wê yekê ye serdana axa bav û kalanên xwe bikim. Ya duyem, me mîsyoneke ji bo gelê xwe li vir hebû ku em pêwendiyeke baştir di navbera Asûriyên li Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ava bikin. Lewma em li vir in.
Rûdaw: Ji ber ku ev cara we ya yekem e, we çawa dît? Çawa bû? Nêzîkî xeyalên we bû?
Sam Darmo: Bi rastî, min qet nedizanî ku ew qasî xweşik e. Pêşketina ku çêbûye, ecêb e. Min ji hevkarên xwe re digot ku wisa dixuye em li Amerîkayê ne. Bi rastî, me qet Amerîka bi cih nehêştiye. Ji ber wê ez pesnê pêşketina ku li vir ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye kirin didim.
Rûdaw: Derfeta we çêbû ku hûn çend civînan wekî nimûne li gel birêz Serok Barzanî, Serok Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gelek kesên din li vir li Kurdistanê bikin. Hûn dikarin ji min re behsa encamên van civînan bikin?
Sam Darmo: Civînên gelekî baş û bi berhem bûn. Berî her tiştî, ev cara yekem e di 92 salan de me karî erêkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji parêzgarê Dihokê birêz Elî Tatar werbigrin ku niha dê erdek ji bo bîranîna komkujiya Sêmêlê ya sala 1933an were terxankirin ku li Sêmêlê ji aliyê hikûmeta Îraqê û artêşa wê ve li dijî Asûriyên sivîl ên bêçek pêk hatibû. Ji ber vê yekê, di 92 salan de ev dê bibe cara yekem ku erd ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were terxankirin da ku em karibin li wir abîdeyek û herwiha pêşangehekê ava bikin.
Rûdaw: Li Sêmêlê?
Sam Darmo: Li Sêmêlê bi xwe. Komkujiyê ji wir dest pê kir. Lê 62 gundên din ên Asûriyan jî di bin bandora wê de man lê ji Sêmêlê dest pê kir. Ji ber vê yekê. Ev destkefteke mezin bû û em gelekî pê serbilind in.
Rûdaw: Gelo daxwazên we yên taybet derbarê Asûriyên li vir li Kurdistanê hebûn ku we ji wan kes û şandeyên ku hûn pê re hevdîtin kiriye, xwestine?
Sam Darmo: Sala 2003yan dema şer dest pê kir, hema piştî şer, hejmara me li Îraqê gelek kêm bû. Bo nimûne, li Besrayê dêreke me hebû, yaneyeke me hebû, niha yek Asûrî jî li Besrayê najî. Li Bexdayê, ji sedî 95ê xelkê çûne û li derveyî Îraqê bûne penaber.
Rûdaw: Hemûyan?
Sam Darmo: Belê. Gelek ji wan hatin vir. Sedema ku ew hatin vir ji bo ewlehî û asayîşê bû. Li vir kes dêran bombebaran nake. Kes naçe ser malên wan û zarokên wan nakuje. Her wiha kes wan neçar nake ku ola xwe biguherînin. Ji ber vê yekê ew li vir in. Lê hin pirsgirêkên me hebûn. Armanca me ya sereke ji hatina vir ew e ku em çawa alîkariya Asûriyan bikin da ku li vir bimînin, ne ku welat biterikînin. Ev axa bav û kalanê me ye. Ji ber vê yekê em li vir in. Ji bo ku em vê yekê pêkan bikin, pêwîstiya me bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.
Rûdaw: Alîkariyeke çawa? Pêwîstiya we bi çi heye?
Sam Darmo: Eger hûn bixwazin nehêlin xelk welat biterikînin, pêwîstiya wan bi çi heye? Pêwîstiya wan bi kar heye. Ewlehî heye.
Rûdaw: Xizmetguzarî, ewlehî.
Sam Darmo: Pirsgirêk bi ewlehiyê re nîne lê pêwîstiya wan bi kar heye. Pêwîstiya wan bi dibistanên baş, dibistanên baş ên Asûriyan heye. Pêwîst e em di wî warî de hinek başbûnê bikin. Pêwîstiya wan bi kar, xwendin, nexweşxaneyan heye û ev tiştên sereke ne. Herwiha hin mijar hene ku me gotûbêj li ser kirine derbarê kota û hilbijartinan û divê ew çawa bên guhertin.
Ew jê re dibêjin kotaya Xiristiyanan. Lê, mebesta min, eger ew a Xiristiyanan be, divê Xiristiyan dengê xwe bidin wan kesên ku dixwazin nûneratiya wan bikin. Wekî ku niha heye, nûneratiya Xiristiyanan li Bexdayê, bi rastî nûneratiya Xiristiyanan nakin, ji ber ku ne Xiristiyanan deng daye wan. Yên ne Xiristiyan deng dane wan. Ji ber vê yekê nikarin jê re bibêjin kotaya Xiristiyanan. Me ev mijar jî gotûbêj kir. Divê ev mijar ji aliyê Hikûmeta Federal a Îraqê ve were çareserkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti kontrola wê li ser vê yekê nîne. Ji ber vê yekê divê em vegerin Amerîkayê û bibînin ka em dikarin ji hikûmeta xwe re bêjin ku zextê li hikûmeta Îraqê bike da ku vê yekê pêkan bike.
Rûdaw: Hûn dê biçin Bexdayê jî?
Sam Darmo: Na.
Rûdaw: Baş e. Derbarê Asûriyên li vir, ez wisa ji gotinên we fêm dikim ku hûn ji rewşa wan a li vir kêfxweş in lê bê guman hûn zêdetir dixwazin. Gelo peyameke we ji bo wan Asûriyên ku li Kurdistanê an bi giştî li Îraqê mane heye, eger hebin. Hûn dixwazin çi ji wan re bibêjin?
Sam Darmo: Hin mijarên din hebûn ku me li gel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Em bi taybetî spasiya Kak Mesûd dikin. Wî berdewam tekezî li ser wê yekê dikir ku divê Asûrî li vir bimînin. Divê ti sedemên wan ji bo çûnê nebe. Em dê her tiştê ku ew bixwazin pêşkêş bikin lê divê ew li vir bimînin. Ev welatê wan e. Ew ne li welatekî biyanî ne. Ev welatê wan e. Lewma divê ew li vir bimînin. Serok Nêçîrvan Barzanî jî amaje bi wê yekê kir ku ev reseniya wan e. Ev xelkê resen in. Ev welatê wan e. Divê ew neçin. Ji ber vê yekê me hin mijarên derbarê zêdegaviyên li ser erd û zaran gotûbêj kirin û ez îro gelekî kêfxweş bûm dema ku min ev dosya pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kirin. Wî soz da ku ew dê çareser bike. Hin hene…
Rûdaw: Pirsgirêkên yasayî?
Sam Darmo: Beriya her tiştî, hin biryarên dadgehê hene. Xelkê me çûn dadgehan dema ku dest li ser erdê wan hatibû danîn.
Rûdaw: Û wan doz biribû.
Sam Darmo: Wan doz biribû. Lê ti carî nehat bicihkirin. Ti carî nehat sepandin. Ji ber vê yekê Serokwezîr Mesrûr Barzanî niha dosyeyên wî li cem in û wî got ku ew dê bi xwe çareser bike. Û em spasiya wê yekê dikin. Û Asûrî, xwedanên erdan, dê gelekî spasiya wê yekê bikin. Her wiha, dosyayên din ên zêdegaviya li ser erd û zaran hene ku ti carî neçûne dadgehê, ew jî dê piştî ku ev yek bi dawî bibe werin çareserkirin. Û gav bi gav, dê her tişt were çareserkirin. Ez ji wê yekê piştrast im.
Rûdaw: Kurd û Asûrî, peywendiyên wan ên dîrokî hene.
Sam Darmo: Bi teqezî.
Rûdaw: Tu dikarî zêdetir behsa wan bikî? Tu van pêwendiyan çawa dibînî? Tu van têkiliyan niha çawa dinirxînî?
Sam Darmo: Min ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re digot û min ji Kak Mesûd re jî got ku armanca me niha ew e ku em wê têkiliya ku me di dema xwedêjêrazî Ebdulselam Barzanî û şehîdê me yê Asûrî, patrîk Mar Binyamîn Şemûn de hebû, ji nû ve ava bikin. Têkiliyeke wan a gelekî bihêz hebû. Û wan bi hev re kar dikir ji bo avakirina konfederasyonekê, konfederasyoneke Asûrî-Kurdî-Ermenî û ew yek ji ber gelek sedemên cuda çênebû. Em di wê baweriyê de ne ku Kurd û Asûrî, çarenivîsa me li vê navçeyê yek e. Ji ber vê yekê divê em bi hev re kar bikin.
Divê em hev qebûl bikin. Divê em hev biparêzin û bi aştiyê bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê divê em çi ji destê me tê bikin ji bo ku têkiliya xwe bihêztir bikin. Û baweriya min a tam bi serkirdayetiya Herêma Kurdistanê heye ku ev armancên wan jî ne.
Rûdaw