Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Seredana Yekitîya Jinên Kurdistanê Li Swedê Kir

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, roja 22.10.2025ê, li gel endamê Komîteya Birevebir a Nevendî ya PWKyê Nîmet Mumtaz Aydin û endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nezîr Akat û Roza Kurd, li Stockholmê, seredana Yekitîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê kirin.

Seroka Yekitîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran û rêvebirên Yekitîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Di vê seredanê de, Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê bîr û ray û xebatên PWKyê, doza girtinê di derbarê PWKyê û nêrîn û sîyaseta PWKyê ya li ser maf û azadîya jinan de anî zimên.Herweha Muztafa Ozçelîk di derbarê Komîsyona Jinan ya PWKyê de agahdarî da.

Seroka Yekitîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran û heyeta yekitîyê, ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kirin û di derbarê xebatên xwe de agahdarîyên berfireh dan.

Mustafa Ozçelîk û heyeta PWKyê xebatên Yekitîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê girîng nirxandin û piştgirîya xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina heyeta PWKyê û ya Yekitîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

23.10.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên