Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 19.10.2025ê, li Stockholm a paytextê Swêdê de semînerek li dar xist.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê yên li Swêdê, nûnerên PDK (Partîya Demokrat ya Kurdistanê), PDK-Îran, PSK, ENKS, Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê-El Partî, Hevkarîya Hêzên Kurdistanî Li Swêdê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Dîakurd, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Yekitîya Jinên Kurdistanê lİ Swêdê, Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn.
Seroka PWK Swêdê Seval Mert di destpêka semînerê de bixêrhatina beşdaran kir, di derbarê armanc û naveroka semînerê de kurte agahdarî da. Paşê, ji bo şehîdên Kuristanê rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê, Mustafa Ozçelîk dest bi semînera xwe kir.
Semîner bi moderatorîya endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Zinar Soran û Seroka PWK Swêdê Seval Mert ve hate birêvebirin.
Mustafa Ozçelîk, di semînerê de, di derbarê pêvajoya damezrandina PWKyê, doza girtinê ya li ser PWKyê û xebatên PWKyê yên li Kurdistanê de agahdarî da. Herweha Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya li Bakurê Kurdistanê, rewşa Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û sîyaseta PWKyê ya li dîasporayê de bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Mustafa Ozçelîk, bal kişand ser girîngî û pêwîstîya hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ya li Bakurê Kurdistanê û koordinasyona di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de.
Ji bo vê rewş û pêvajoya ku em li Bakurê Kurdistanê tê de derbas dibin, Mustafa Ozçelîk hem girîngîya tifaqa stratejik a kurdistanî û hem jî girîngîya hevkarîyeke berfireh ya li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd anî zimên.
Mustafa Ozçelîk bang li hemû kadroyên kurdistanî, azadîxwaz û demokrat kir da ku ji bo avakirina partîyeke xurt li Bakurê Kurdistanê, piştgirîyê bidin siyaset û kultura nû ya PWKyê.
Mustafa Ozçelîk careke din, piştgirîya PWKyê ji bo bername û heyeta ku di konferansa bi beşdarîya hemû alîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku di 26ê Nîsana 2025ê ya li Qamişloyê de hatibû dîyar kirin anî zimên. Mustafa Ozçelîk got ‘’Îro div^ehmû kurdên cîhanê piştgirîya gele me yê Rojavayê Kurdistanê bikin da ku gelê me bikaribe statuyeke milî, coğrafik, sîyasî bidest bixe’’.
Mustafa Ozçelîk destkeftina federe ya li Başûrê Kurdistanê destkeftina hemû kurdên cîhanê pênase kir û bal kişand ser girîngî û pêwîstîya ava kirina hikûmeteke hevbeş ya ku hêza peşmerge, aborî, ewlekarî û dîplomasîya Beşûrê Kurdistanê bike yek. Mustafa Ozçelîk got, dikare firsendên dîrokî b^nee nber derÎyê xuşk û birayên me Yên Rojhilatê Kurdistanê û ji bo gelê me bikaribe ji wan firsendan feydê werbigre, berîya her tiştî yekrêîya nev mala kurd bê ava kirin.
Di beşa dudan ya semînerê de, beşdarên seminerê pirsên xwe kirin, bîr û rayên xwe anîn zîmên û Mustafa Ozçelîk jî bersîva pirsên wan da.
Semîner bi hêjmar û mustewaya beşdaran û bi nêrîn û pêşniyarîyên ku hatin kirin bi awayekî berhemdar bi dawî hat.
20.10.2025
Buroya Ragehandinê ya Parrtîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)