Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Li Bajarê Basel a Swîsreyê Semînerek Da

.

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk:

‘’Werin em ji bo partîyeke sîwanî, girseyî, hevbeş ya milî, demokrat dest bidin hev’’

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, roja 27.07.2025ê li bajarê Basel ya Swîsreyê semînerek da.

Semîner bi moderarorîya Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Rifat Sefali hate birêvebirin.

Nûnerên PDK, PSK, PDK-BAKUR, KKP, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên li Baselê beşdarî semînerê bûn.

Piştî bixêrhatin û spasîya beşdaran, civîn bi sirûda neteweyî Ey Reqîbê û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Paşê Rifat Sefali bi zaravayê kirmanckî/zazakî axaftina destpêkê kir û armanca vê semînerê destnîşan kir. Rifat Sefali bal kişand ser wê yekê jî ku PWK, ji bo piştgirî û girîngîya lêxwedîderketina zaravayê kirmanckî/zazakî, civînên xwe bi zaravayê kirmanckî/zazakî destpê dike.

Piştî axaftina Rifat Sefali, Mustafa Ozçelîk pêşî bi kurmancî axaftina xwe kir, paşê ji bo kesayetên ku beşdarî semînerê bibûn lê bi kurdî nizanîbûn, bi tirkî jî kurte axaftinek kir.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di destpêka axaftina xwe de di derbarê pêvajoya damezrandina PWKyê de agahdarî da. Mustafa Ozçelîk got ku ‘’Damezrandina PWKyê nîşana kultureke nû ye. PAK û TDK-TEVGERê, bi ava kirina PWKyê, di rêya yekitîya sîyasî û rêxistinî de nimûneyeke girîng û taybetî nîşan dan. Me di kongreya xwe ya damezrandinê de jî destnîşan kir ku ev di warê yekitiya siyasî û rêxistinî ya Bakurê Kurdistanê de gavek girîng e, lê ev meşa dê her berdewam be. Em di her merhaleyê de amade ne ku bi yên wek me, nêzî me difikirin, di nav partîyekê de bibin yek’’.

Di berdewamîya axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk di derbarê doza girtinê ya li ser PWKyê de agahdarî da û got ku ‘’Belê, doza girtinê ya di derbarê partîya me de berdewam dike. Lê PWK bi bîr û bawerî, bername û deklerasyona xwe, bi helwest û xebatên xwe, partîyeke meşrû, qanûnî ya kurdistanî ye, partîya bêîtîtaîya sivîl e’’.

Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de, bi giranî li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê rawestîya; lê li ser Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî agahdarî da, bîr û bawerî û hinek pêşniyarîyên PWKyê yên di vî warî de anî zimên.

Mustafa Ozçelîk diyar kir ku ‘’Em weke PWK piştgirîya biryarên Konferansa Qamişloyê ya 26ê Nîsana 2025ê dikin. Em dibêjin di zûtirîn wext de divê ew heyeta ku ji alîyê konferansê ve hatibû destnîşan kirin weke nûnerê gele me yê Rojavayê Kurdistanê bibe mixatabê Rêvebirîya Şamê. Em dibêjin divê di zûtirîn wext de li Başûrê Kurdistanê hikûmeteke hevbeş ku hemû dezgehên dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê bike yek bê ava kirin. Divê li Rojhilatê Kurdistanê hevkarîyeke neteweyî, niştimanî bê ava kirin. Pêwîstîyeke esasî jî avakirina koordînasyoneke di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de ye’’.

Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê û çekdanîna PKKyê de bîr û rayên PWKyê pêşkêş kir û got ku ‘’Gava ku em helwesta Dewleta Tirkîyeyê ya bi navê ‘Tirkîyeya Bê Teror’ û gotin û daxuyanîyên Ocalanî didin ber çavan, em nikarin van danûsitendinên Ocalan û Dewleta Tirkîyeyê wek pêvajoya aştî, çareserî û demokrasîyê bi nav bikin. Em weke PWK bi awakî zelal diyar dikin ku em piştgirîya çekdanîna PKKyê dikin; lê belê em ne li gel wan fikir, pêşniyarî û helwestên Ocalan, PKK, DEM Partîyê ne ku mafên neteweyî, kollektîf, mafê statuyeke sîyasî, milî, coğrafî, mafên kulturî jî tune dihesibînin. Pirsa kurd û Kurdistanê bi hemwelatîya wekhev, bi perspektîfa netewa demokratik, welatê hevbeş, cimhûrîyeta demokratîk nayê çareser kirin. Pirsa Kurdistanê pirsa xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye, pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd e’’.

Di berdewamîya axaftina xwe de, Mustafa Ozçelîk got ku ‘’Dîyar e Dewleta Tirkîyeyê û Ocalan li hevkirine ku, alîyên sîyasî û sivîl yên kurdên Bakurê Kurdistanê weke aktorên esasî nebin şirîkên van danûsitendinan. Ew dixwazin weke aksesuar, wek formalîte hinek alîyên kurdan li dora xwe nîşan bidin. Lê em bi zelalî dibêjin ku heger mesele meseleya kurd û Kurdistanê be, nabe ku qedera 30 milyon kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê di navbera Ocalan, Dewleta Tirkîyeyê, PKK û DEM Partîyê de, li pişt derîyan, bi awayekî nezelal û kes nizane bê çi tê axaftin û guftûgo kirin. Em ne şirîk û alîyê van guftûgoyên veşartî û neşefaf in û em nabin şirîkê van gotûbêjên nediyar; lê em mixatabê çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ne. Li kîjan platformê dibe bila bibe, em wek PWK amadene nûneratîya gele xwe bikin, bîr û rayên xwe pêşkêş bikin. Îro ji bo rê li ber çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê vebe, berîya her tiştî divê hebûna miletê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, azadîya ramanî û rêxistinî bê qebûl kirin û di Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê de bene garantî kirin, divê hemû zîndanîyên sîyasî benê azadkirin. Ji bo vê yekê jî divê hemû partîyên sîyasî û dezgehên sivîl ên kurdan û kesayetên qebûlbar ên Bakurê Kurdistanê weke alîyê kurdî bêne cem hev û ev alîyê kurdî bibe mixatabê Dewleta Tirkîyeyê’’.

Mustafa Ozçelîk, di axaftina xwe de, girîngîyeke mezin da ser mijara hevkarî û tifaqa neteweyi, niştimanî û got ku ‘’Divê li Bakurê Kurdistanê hevkarî û tifaqa neteweyî li ser prensîbên kurdistanî bê ava kirin. Di vê pêvajoya hesas ku gelek firsend û xeterîyan bi hev re di nav xwe de dihewîne de, pêwîstîyeke esasî ew e ku li Bakurê Kurdistanê hêzeke xurt, yekgirtî, neteweyî, niştimanî bê ava kirin. Em bangî hemû partî, grûp, dezgeh û kesayetên neteweyî, niştimanî yên li derveyî DEM Partî û HUDAPARê dikin ku werin em bi hev re tifaqeke neteweyî, kurdistanî û partîyeke sîwanî, girseyî, hevbeş ku bikaribe beşdarî hilbijartinan jî bibe ava bikin. Îro avakirina partîyeke bi vî rengî dikare ji gelê me re bibe hêvî û alternatîfeke xurt bihûne’’.

Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, beşdarên semînerê jî nerîn û pêşeniyarîyên xwe anîn zimên û di mijarên cuda cuda de pirsên xwe kirin.

Beşdarên semînerê bi pêşniyarîyên xwe yên ji bo axaftin û fêrbûna zimanê kurdî, ji bo birêxistinkirina ciwan û jinên kurd, ji bo avakirina sîyaseteke neteweyî, niştimanî gelek pêşniyarîyên maqûl û çêker pêşkêş kirin.

Semînera Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk bi musteweya beşdaran, bi gengeşî û pêşniyarîyên hatin pêşkêş kirin, di atmosfereke berhemdar û hêvîdar derbas bû.

27.07.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê hin cezayên nû li ser Îranê sepandin
42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn
Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê: Divê Kurd li Sûriyeyê bibin hevparekî çalak
Serok Mesûd Barzanî: Heta ku zîhniyeta şovenîst û înkarê hebe Îraq ti carî aram nabe
Qeyûmê Şaredariya Wanê 7 astengdar ji kar derxist