Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk, 9emîn salvegera damezirandina Saziya Kurdistan24ê pîroz kir

.

 Serokê  Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi peyamek 9emîn salvegera damezirandina Saziya Kurdistan24ê pîroz kir.

 Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Rêzdar Ahmed Zawîteyî

Berpirsê Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê

Kurdistan24, di navbera 9 salan de, weke navendeke medyayî, di azadîya rojnamegerîyê û di pêşde birina azadîya ramanî de,  di belav kirina nûçe, raman, lêkolîn, document û agahdarîyên cûr be cûr yên ji bo pêşde birina çanda lêborînê, pêkvejiyan, aştewayî, demokrasî, dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê de roleke girîng lehîstîye.

Ez li ser nave xwe û navê hemû rêvebir, endam û alîgirên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), 9emîn salvegera  damezirandina Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê pîroz dikim.

Ez hemû damezrenêr, rêvebir, xebatkar û kedkarên Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê pîroz dikim û di xebatên we de serkeftinê ji we re dixwazim.

Li gel rêz û silavên xwe

31.10.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê  Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'