Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul hat girtin

.

Rojnamevan û Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul bi hinceta ku sala 2014an ji Parlamenterê AKPê yê Bedlîsê Vahit Kiler re gotiye “Siyasetvanê Gur” hat girtin.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul îro Sêşembê 13ê Îlona 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek belav kir û ragihand ku ew ji bo rûniştina dozekê diçe dadgehê û eger heye bê girtin.

Li gor agahiyan Sinan Aygul li Dadgeriya Bedlîsê îro hat desteserkirin û ji ber derbarê wî de biryara girtinê hebûye hatiye girtin.

Aygul dibêje: “Min derbarê Projeya Enerjî ya Jeotermal a bi bihayê 450 milyon dolar ku sala 2014an li Bedlîsê hat çêkirin de nûçeyek çêkiribû, ji ber min bo Parlamenterê AKPê yê Bedlîsê Vahit Kiler gotibû siyasetvanê gur bo min doz hatibû vekirin û ew cezayê min hatiye erê kirin.”

Aygul cezayê pere ku bo wî hatiye dayîn wek rewşeke bi êş ji aliyê azadiya ragihandin û xwe îfadekirinê ve şîrove kiriye û red kiriye ku vî pereyî bide.

Komeleya Rojnamevanan a Firat Dîcle jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: "Sinan Aygul ji ber mafê wergirtina zanyariyan a xelkê parast hat girtin. Em ligel Sinan Aygul in û em dê li ser parastina azadiya ragihandinê berdewam bin."

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin