Serokê Hîzbullaha Lubnanê: “Em ê terka meydanê nakin û em çekan bernedin”

.

Sekreterê giştî yê Hîbûllah a Lubnanê Şêx Naîm Qasim ragihand ku Îsraîl di çarçoveya projeya ‘Îsraîla Mezin’ de dixwaze Hîzbûllahê ji ortê rake û di vê rewşê de wê çekan daneynin.

Hîzbûllahê ji bo bîranîna serokên Hîzbûllahê Hasan Nasrallah û Haşim Safiyuddîn ku di 27ê Êlûnê û 3yê Cotmehê de di êrîşên Îsraîlê de hatibûn kuştin, ji bo wan merasim çêkir. Merasim li başûrê Beyrûdê li abîda gorî ya li Dahiyye ji bo Nasrallah û li bajarê Sûrê li Deyr Kanun en-Nehr de jî ji bo abîda gorî ya Safiyuddin merasiman çêkir.

Çapemeniya Lubnanê ragihand ku balafirên bêmirov yên Îsraîlê li bajarê Dahiyye li hewa digeriyan. Axaftinên Qasim di seha merasiman de li ser ekranan nîşan didan ku digot wê di rêya Hasan Nasrallah de herin û weha digot:

“Em ê bibin parastvanên berxwedan û rizgariya Fîlîstînê. Em li ser soza xwe ne. Em ê dewam bikin û ji bo şehadetê amade ne. Em ê terka meydanê nekin û em ê çekan bernedin.”

Qasim jî weka serokê xwe yê berê weka Hasan Nasrallah ne li meydanê lê bi vîdeo tevlî merasiman dibû.

Kurdistan Haberleri

Îraq xwe ji bo kirîna pergala parastina asmanî amade dike: Gelo dê para Herêma Kurdistanê hebe?
'Celadê Nugreselmanê' navê efserên berê yên tawanbarên Enfalê eşkere kir
Heyeta PWKyê Li Qoserê  Seredana Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kir
Heyeta PWKyê li Swêregê beşdarî bîranîna Faîk Bûcak bû
Peyama spasî û pêzanîna HizbaDêmokrat rû bi xelkê xebatkar ê Kurdistanê, azadîxwazan, hizb û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê