Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li parêzgerê nû yê Hewlêrê kir

.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li parêzgerê nû yê Hewlêrê kir û pîrozbahî li destbikarbûna wî kir. Herwaha diyar kir, pêwîste bi awayekî dadperwerî xizmeta hemû rûniştvanên parêzgeha Hewlêrê bike.

Îro 20.02.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li parêzgerê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnaw kir û pîrozbahî li destbikarbûna wî ya wek parêzgerê Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û diyar kir pêwîste bi awayekî dadperwerane xizmeta hemû rûniştvan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybet jî xelkê hejar û kêmderamet.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku hemû awayekî piştevaniya parêzgerê Hewlêrê dê bike bo k udi erkê xwe de serkeftî be û bi awayê herî baş xizmeta hemwelatiyan bike.

Parêzgerê Hewlêrê jî spasiya piştevaniya serokê hikûmetê kir û piştrast kir ku bi hemû awayekî kar dê bike ku di asta bawerî û bendewariyên xelkê de be bo geş kirin û pêşxistina Hewlêrê ya zêdetir de.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand