Serokê Herêma Pîşesazî ya Amedê: Krîza piştî referandûmê bandoreke nerênî li bazirganiyê kir

Serokê Lîjneya Rêveberî ya Herêma Pîşesazî ya bajarê Amedê ragihand, piştî referanduma serbixwe ya Herêma Kurdistanê di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de krîza siyasî rûda û vê yekê di warê bazirganiyê de bandoreke mezin li wan kiriye.

Serokê Lîjneya Rêveberî ya Herêma Pîşesazî ya Amedê Aziz Odabaşi bi beşdariya çend endamên din ên rêveberiya wê lîjneyê civîneke rojnamevaniyê saz kir û daxuyaniyek belav kir.

 

Aziz Odabaşi di daxuyaniyê de anî ziman, ku bajarê Amedê berheman herî zêde bo welatên Rojhilata Navîn hinarde dike û got, “Herêmên ku Amed zêdetir berheman hinardeyê wan dike, Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Helwesta Tirkiyê û girtina deriyên sînor piştî referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê, bandoreke nerênî li berhemdarên li Amedê kir.”

 

Odabaşı destnîşan kir ku ji ber krîza siyasî ya piştî referandumê û qeyrana aborî ya li Herêma Kurdistanê qewareya bazirganiyê kêm bûye û em hêj nikarin pereyên berhemên xwe yên firotî werbigirin.

 

Aziz Odabaşi da zanîn ku piştî kêşeyên ji ber referandumê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de rûdan, Kurdistanê berê xwe da berhemên Îranê got, her çi qas berhemên Îranê ne baş bin jî, Herêma Kurdistanê wan distîne, ji ber ku Îran wan berhemên xwe bi erzanî dide Herêmê.

 

Odabaşi bi bîr xist ku ew dê bo fûarê di meha Mijdarê de biçin Herêma Kurdistanê û hinek hevdîtinan pêk bînin û da xuyakirin, ku başbûna peywendiyan di warê bazirganî û aborî de dê herî zêde bandoreke erênî li Amed û herêmê bike.  

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan