Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata weltperwerê kurd kek Mehdî Zana gelekî xemgîn bûn

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi boneya wefata Serokê berê yê Şaredarîya Amedê û welatperwerê navdar Mehdî Zana peyameke sersaxîyê weşand.

Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de wiha got: 

Em bi wefata weltperwerê kurd kek Mehdî Zana gelekî xemgîn bûn

Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, Serokê Şaredararîya Amedê yê berê kek Mehdî Zana ji ber nexweşîya xwe li Amedê  koça dawî kir.

Kek Mehdî Zana, wek şaredarê Amedê, bi xizmet û helwesta xwe ya welatperwerîyê di dîroka Kurdistanê de cîhekî xwe yê girîng û bi rûmet girtîye.

Kek Mehdî Zana piştî darbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980yî di zindana 5 Nolû ya Amedê de bi berxwedana xwe, bi helwesta xwe ya welatperwetrî di dîroka gelê me de cîhekî girîng girtîye.

Bila rahma Xwedê li kekê Mehdî Zana be, mekanê wî rohnî û cihê wî bihuşt be.

Bila serê malbatê, heval û hogirên gorbihuşt, sere gelê Kurdistanê sax be.

29.08.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand