Li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, îsal jî di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejneke remezanê û Newrozê dikin.
Em hêvîdarin ku li Bakurê Kurdistanê ev herdu cejn bibin destpêka hûnandina yekitî û hevkarîyên neteweyî û niştimanî; herweha bibin destpêka bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadîya welatê me.
Em hêvîdarin ku li Rojhilatê Kurdistanê ev herdu cejn bibin destpêka rûxandina rejîma Dewleta Îranê; bi hevkarî û yekitîyek neteweyî ya partîyên kurdistanî li ser axa Rojhilatê Kurdistanê bibin destpêka bidestxistina statuyeke milî, cografîk, sîyasî û azadîya gelê Kurdistanê.
Em hêvîdarin ku li Başûrê Kurdistanê, ev herdû cejn li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftîyên heyî bibin wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî; bibin destpêka avakirina hikûmeteke hevbeş ya neteweyî û cibicîkirina madeya 140î.
Em hêvîdarin ku li Rojavayê Kurdistanê ev herdu cejn, li ser biryar û bernameya hevbeş ya Konferansa Qamişloyê ya ku di roja 26.04.2025ê de hatibû lidarxistin, bibin destpêka avakirina hevkarî û yekrêzîya nav mala kurd û hemû alîyên kurdî bi nûnertîyek hevbeş û bernameyeke neteweyî bibin mixatabê Rêveberîya Şamê; mafên xwe yên statuyeke sîyasî, mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û statuyeke sîyasî bidest bixin.
Em hêvîdarin ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev herdu cejn bibin destpêka bidawîanîna şer, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, dadwerî, wekhevî, mafên netewî û microvan; nirx û hişmendîya jîngehê.
Teva hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna Remezanê ya misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê û cejna Newrozê ya hemû kurdên cîhanê pîroz dikin.
20.03.2026
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)