Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: Cejna Qurbanê Bila Bibe Destpêka Hevkarî û Yekitîya Neteweyî û Azadîyê

.

Li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, îsal jî di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejna qurbanê dikin.

Em hêvîdarin ku li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka hûnandina yekîtî û hevkarîyên neteweyî û niştimanî; herweha bibin destpêka bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadîya welatê me.

Em hêvîdarin ku li Rojhilatê Kurdistanê ev cejn bibin destpêka rûxandina rejîma Dewleta Îranê; bi hevkarî û yekitîyek neteweyî ya partîyên kurdistanî li ser axa Rojhilatê Kurdistanê bibin destpêka bidestxistina statuyeke milî, cografîk, sîyasî û azadîya gelê Kurdistanê.

Em hêvîdarin ku li Başûrê Kurdistanê, ev cejn li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftîyên heyî  bibin wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî; bibin destpêka avakirina hikûmeteke hevbeş ya neteweyî û cibicîkirina madeya 140î.

Em hêvîdarin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn, bibe destpêka avakirina hevkarî û yekrêzîya nav mala kurd û hemû alîyên kurdî bi nûnertîyek hevbeş û bernameyeke neteweyî bibin mixatabê Rêveberîya Şamê; mafên xwe yên statuyeke sîyasî, mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û statuyeke sîyasî bidest bixin.

Em hêvîdarin ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev herdu cejn bibin destpêka bidawîanîna şer, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, dadwerî, wekhevî, mafên netewî û microvan; nirx û hişmendîya jîngehê.

Teva hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê û cejna Newrozê ya hemû kurdên cîhanê pîroz dikin.

27.06.2026

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Balyozê Brîtanyayê: Milîsên Heşdî Şebiyê bûne mafya
Li Diyaleyê di 20 salan de rêjeya Kurdan ji sedî 20 kêm bûye
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Agahdarî di derbarê merasîma cenazeyê hevalê me kek Eyup Alacabey de
Malbatên girtiyan ji Şamê re: Zarokên me wek karta siyasî bikar neyînin