Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Kurd ne bêxwedî ne

.

 

Roja 17.01.2026ê, li Başûrê Kurdistanê, li Serê Bilind, bi mehzûbanîya û serokatîya Rêzdar Serok Mesûd  Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî, Fermandarê HSDyê  Rêzdar Mazlûm Ebdî, Serokê ENKSyê Rêzdar Mihemed Îsmaîl, Berpirsa Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser Rêzdar îlham Ahmed, li gel rêvebirên PDK û Rêvebirîya Xweser, wek alîyê kurdî  bi  nûnerê Donald Trump civîneke taybet, dîrokî li dar xistin.

Eynî rojê, Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî cuda cuda bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê, Balyoz Rêzdar Thomas Barrack re civîyan.

Herweha Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî jî eynî rojê, ewilî bi Serokê Fransayê Rezdar Emmanuel Macron re peywendîyeke telefonî danî. Paşê li Hewlêrê bi rezdar Mazlûm Ebdî û Rezdar Mihemed Îsmaîl re civîya. Rêzdar Nêçirvan Barzanî eynî rojê li Hewlêrê pêşewazîya Thomas Barrack kir, hevdîtinek pê re li dar xist.

Van hevdîtinên navneteweyî û civîna ku heyeta Başûr û Rojavayê Kurdistanê ya bi Thomas Barrack re bi serokatîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî pêk hat, nîşana xwedîlêderketina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye, nîşan û îlana wê yekê ye kurd ne bêxwedî ne û îlan kirina yekrêzîya nav mala kurd e.

Di vê civînê de wek heyeteke yekgirtî ya kurdan, beşdarîya nûnerên kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, cîhê serbilindî û dilxweşîyê yê, nîşana wê yekê ye ku kurdên Rojava ne bi tenê ne.

Ev helwesta yekgirtî, nîşana wê yekê ye ku kurd ne bêxwedî ne.

Dil û hestên hemû kurdên cîhanê li gel wê heyeta kurdan ya ku di civînê de amade bibû.

Belê, hêza herî mezin yekrêzîya nav mala kurd e.

Yekrêzîya nav mala kurd, destpêka serkeftinê ye.

Yekrêzîya nav mala kurd, dê di qada navneteweyî de destê kurdan xurtir bike, dê dostên me zêdetir, dijmenên me kemtir bike.

Di roja 26ê Nîsana 2025ê de bi beşdarîya partîyên kurdan Konferansa Qamişloyê hate li dar xistin. Konferansê çerçoweyeke sîyasî ya milî, demokratik bi yekdengî qebûl kir û bi biryareke hevbeş, Heyeta Temsîlî ya Rojavayê Kurdistanê hilbijart.

Em bang li hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku li ser bingeha çarçoveya siyasî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatiye diyarkirin, biryarên Konferansa Qamişloyê bicîh bînin. Ji bo Heyeta Temsîlî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatiye hilbijartin, li gel Rêzdar Mazlûm Ebdî wek nûnerê gelê Rojavayê Kurdistanê yê xwedî desthilat, di warên leşkerî, sîyasî, îdarî, aborî, dîplomasî de bibe muxatabê Rêveberiya Şamê û hemû dewletên cîhanê, em bangî partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku demildest helwesteke yekgirtî bicîh bînin.

Dewleta Tirkîyeyê biryar û îradeya Konferansa Qamişloyê qebûl nake û ji bo ku vê yekrêzîyê têk bide di nav hewl, plan û lîstikên pir alî de ye. Ev hewl û sîyaseta dewleta Tirkîyeyê nayê qebûl kirin. Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li îradeya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bigre.

Herweha Ocalan, PKK û hemû partî, kesayet û sîyasetmedarên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê jî divê bê qeyd û şerd, rêzê li biryar û îradeya Konferansa Qamişloyê bigrin, midaxaleyî vê îradeyê nekin.

Divê em kurdên her çarperçeyên Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê rêzê li iradeye Konferansa Qamişloyê bigrin. Lêxwedîderketin û piştgirîya doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê îro wazîfeyeke sereke ya neteweyî ya hemû kurdên cîhanê ye.

Îro Koordînasyona di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de ji her deme zêdetir pêwîstîyeke zerûrî û esasî ye. Em hêvî dikin ku civîna di roja 17.01.2026ê, bi serokatîyê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî li Serê Bilind li dar ket, di vê derbarê de bibe gava yekem, bibe destpêkek.

18.01.2026

 

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Xalên peymana nû ya HSD û Şamê hatin eşkerekirin
PWK SWÊD LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ ŞEVA PÎROZBAHIYA 80 SALIYA KOMARA MAHABADÊ BÛ
Macron û Ehmed Şer axivîn: Divê HSD tevlî dewleta Sûriyeyê bibe
Pêşniyara Şamê ya ji bo HSDyê eşkere bû: 12 made
Serok Mesûd Barzanî li ser şerê HSD û hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da