Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:Em sersaxîyê ji malbata welatperwerê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov re dixwazin

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ji ber koça dawî ya rewşenbîr, akademîsyen, zana û kesayetê netewî yê Kurd ê ji Kazaxistanê, Prof Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik wiha ye:

Em sersaxîyê ji malbata welatperwerê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov re dixwazin

Îro bi xemgînî em bi wefata zanyar, lêkolîner,ronakbîr û rîsipîyekî birêz û bikêrhatî, weltaperwerê kurd ê hêja, mamosta Prof. Dr. Nadir Nadirov hesîyan.

Em bi koça dawîya rêberê Kûrdên Qafkasyayê, xebatkar û dilsozê doza azadîya Kurdistan birêz Prof. Dr. Nadir Nadirov gelekî xemgînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Em sersaxîyê ji Narîn xana keça mamosta Prof. Dr. Nadir Nadirov re û ji hemû malbat, heval û hezkirîyên xwedê jê razî re dixwazin.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

24.08.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin