Serokê Giştî yê PAKê li Parîsê Seredana Partî û Dezgehên Kurdan kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel heyeteke PAKê, li Parîsê seredana Enstîtuya Kurd li Parîsê, Nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK-Îranê kir.

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel heyeteke PAKê, li Parîsê seredana Enstîtuya Kurd li Parîsê, Nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK-Îranê kir.

Mustafa Ozçelîk roja 03.10.2016an li gel endamê nûneratîya PAKê yê Fransayê Şêxmûs Dîp, seredana rêzdar Kendal Nezan ê Serokê Enstîtuya Kurd Li Parîsê kir.

Roja 04.10.2016an heyeta PAKê ku ji Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk, Endamên nûneratîya Fansayê Şêxmûs Dîp, Faysal Taşkiran û Yakûp Karademîr pêk hatî, seredana rêzdar Alî Dolamarî yê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê kirin.

Herweha roja 04.10.2016an Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk, endamên nûneratîya Fransayê Şêxmûs Dîp û Yakûp Karademîr seredana Buroya PDK-Îranê ya li Parîsê kirin. Berpirsyarê Derveyî Welat yê PDK-Îranê rêzdar Şaho Hoseynî û Berpirsyarê Fransayê rêzdar Xosro Abdulahî pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Di seredanên li dezgeh û partîyan Kurdan de, Mustafa Ozçelîk spasîya xwe ji bo pêşewazîya wan anî zimanî. Herweha di derbarê xebatên PAKê, rewşa bakurê Kurdistanê de agahdarî da. Û bîr û rayên xwe di derbarê rêyên çareserîyên pirsgirêkên perçeyên din yên Kurdistanê de pêşkêş kir.

Rêzdar Kendal Nezan jibo vê seredanê spasîya heyeta PAKê kir û di derbarê xebatên Enstîtuya Kurd de agahdarî da û li ser rewşa her çar perçeyên Kurdistanê fikrên xwe bilêv kir.

Rêzdar Alî Dolamarî yê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê pêşewazîyeke germ li Serokê Giştî yê PAKê û heyeta li gel kir. Rêzdar Alî Dolamarî di derbarê xebatên xwe yên li Fransayê û di di derbarê rewşa başûrê Kurdistanê de agahdarîyên berfireh dane heyeta PAKê. Herweha encamên seredanên Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî yên Fransayê û Bexdayê de agahdarîyên hêvîdar pêşkêş kir.

Berpirsyarê Derveyî Welat yê PDK-Îranê rêzdar Şaho Hoseynî û Berpirsyarê Fransayê rêzdar Xosro Abdulahî jî bi dilgermî û dostane pêşewazîya heyeta PAKê kirin. Û di derbarê xebatên PDK-îranê yên li Rojhilatê Kurdistan de heyeta PAKê agahdar kirin. Herweha di derbarê peywendîyên partîên Kurdan yên li Rojhilatê Kurdistanê û rewşa giştî de jî agahdarî dan.

Seredana Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk û heyeta PAKê ya li dezgeh û partîyên Kurdan di warê geş kirin û pêşde birina peywendîyên PAKê û alîyên peywendîdar de roleke girîng lihîst.
 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye