Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ev êrîş gefan li serweriya Iraqê dikin

.

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî dike, û radigihîne ku ev êrîş li ser tenahiya welat gefeka rasterast in.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku armanckirina Herêma Kurdistanê û destpêkirina tundutujiyê pêşveçûneke metirsîdar û binpêkirineka aşkere ya serweriya Îraqê ye.

Di pareka din wê daxuyaniyê de hat tekez kirin: "Ev êrîş gefan li tenahiya welat dikin û li pêşiya hemî bizavên aştiyê yên deverê dibin astengî."

Ev helwesta fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tê ku berbanga îro, çend deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dîsa rûbirûyî êrîşên moşekî û dronên bombekirî bûn.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir