Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser zeviyên petrolê şermezar kir

.

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên bi balafirên bêpîlot ên 2 rojên dawî li ser zeviyên petrolê yên  Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyeke fermî de, Serokatiyê tekez kir ku ev êrîş serweriya welat û ewlehiya navxweyî tehdît dikin.

Di daxuyaniyê de weha hate gotin:

“Em êrîşên bi balafirên bêpîlot ên duh û îro li ser deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, di nav de herêma Zêrxanê, bi tundî şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de, zeviyên petrolê yên Hurmal û Sersingê hatin hedefgirtin. Hikûmeta Federal a Iraqê, divê hemû tedbîrên pêwîst û bibandor bigire da ku pêşî li van êrîşan bigire, sûcdaran tesbît bike û wan ceza bike. Ev êrîş gefê li serweriya welat, aramiya wê û veberhênanên navxweyî û biyanî dixwin.”

Êrîşên bi balafirên bêpîlot duh û îro li ser zeviyên petrolê yên Sersing û Hurmalê yên li bajarên Dihok û Hewlêrê yên Herêma Kurdistanê pêk hatin.

Kurdistan Haberleri

100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike
Trump daxwaza Zelenskyy red kir
Almanya: Li Sûriyeyê ti kes ne parastî ye
Senherîb Bersûm: Diyaloga bi Şamê re vebijêrkeke stratejîk e