Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa îro ya li ser Konsulxaneya Îmaratê ya Hewlêrê bi tundî şermezar dike ku ji ber wê du nobedar birîndar bûn û zerer gihîşt avahiya konsulxaneyê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişa Konsulxaneya Îmaratê daxuyaniyek belav kir û got, "Em ji birîndaran re silametiyê dixwazin."
Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku pêwîst e Hikûmeta Îraqê erka xwe yê ji bo parastina nûneratiyên dîplomatîk bi cih bîne û rê li ber dubarebûna van êrişan bigire û encamderên wan bibîne û ceza bike, da ku êdî asayîş û berjewendiyên welat nekevin metirsiyê.
Berî wê jî Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de li ser êrişê gotibû: "Em wê êrişa terorîstî şermezar dikin ku bi rêya dronekê Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Îmaratê li Herêma Kurdistana Îraqê kir armanc."
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, êriş bûye sedema birîndarbûna ''du xebatkarên ewlehiyê'' û zerergihandina avahiya konsulxaneyê.
Îmaratê destnîşan kiriye ku ev duyemîn êrişa bi vî rengî ye di nava yek hefteyê de li ser heman cihî tê kirin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê tekez kiriye ku armanckirina nûnertî û baregehên dîplomatîk "binpêkirineke eşkere ya hemû edet û qanûnên navneteweyî ye, bi taybetî Peymana Viyanayê ji bo têkiliyên dîplomatîk ku parêzbendiya temam ji bo avahiyên dîplomatîk û xebatkarên wan peyda dike."
Îmarat êrişê wekî "pêşhateke metirsîdar û gefek li ser asayîş û seqamgîriya herêmê" bi nav dike û daxwazê ji Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku "lêkolînê li ser hûrgiliyên vê êrişê bikin ji bo diyarkirina aliyên berpirs û girtinberî hemû rêkarên pêwîst ji bo cezakirina encamderên wê."
10ê vê mehê jî dronek li nêzîkî Konsulxaneya Îmaratê ya Hewlêrê ket xwarê û Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Konsulxaneya welatê wan li Herêma Kurdistanê bi dronan hatiye armanckirin zerera madî çêbûye.