Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran li gel endama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê û Cîhgira Serokê Giştîyê PSKyê Selva Baksî, roja 16.05.2026ê, li Amedê seredana PartîyaWelatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yêPWKyê Mehmet Can Azbay, Rifat Sefali, Vahît Aba û rêvebirênPWKyê pêşwazîya heyeta Yekîtîya Jinên Kurdistanê kirin.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo seredanê spasîyaSeyran Dûran û Selva Baksî kir. Seyran Dûran û Selva Baksî jî ji bovê pêşewazîyê spasîya heyeta PWKyê kirin.
Di hevdîtinê de, Seyran Dûran di derbarê xebat û projeyên YekîtîyaJinên Kurdistanê Li Swêdê de agahdarîyên berfireh da.
Heyeta PWKyê jî ji ber xebatên wan, Yekîtîya Jinên Kurdistanê LiSwêdê pîroz kirin û di doza mafên jinan û doza azadîya Kurdistanêde wek xebatên hêja û dilsoz nirxandin.
Herweha herdu heyetan di derbarê rewşa her çar perçeyênKurdistanê û kurdên li dîasporayê de bîr û rayên xwe pêşkêşî hevdukirin.
Herdu heyetan pêwîstî û girîngîya lihevxwedîderketin, diyalog, piştgirî û hevkarîyên di navbera partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û dezgehên jinên Kurdistanî de anîn zimên.
Hevdîtina Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûranû en endama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê û Cîhgira SerokêGiştî yê PSKyê Selva Baksî ya li gel heyeta PWKyê, di atmosferekedostane, germ û berhemdar de derbas bû.
16.05.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)