Serok Mesûd Barzanî û Ehmed Şer axivîn

.

 Serok Mesûd Barzanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi telefonê li ser rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê axivîn.

Baregeha Barzanî diyar kir ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re danî.

Di wê pêwendiya telefonî de, bipêşketinên dawî yên siyasî yên Sûriyeyê û guherînên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan teqezî li ser girîngiya aramî û hevahengiya hevbeş kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî Ehmed Şer ducare kir ku Kurd pêkhateyeke resen û sereke ya gelê Sûriyeyê ye.

Şer teqezî li ser pabendbûna temam a dewleta Sûriyeyê ya ji bo garantîkirina hemû mafên niştimanî, siyasî û sivîl ên Kurdan kir ku bi awayekî wekhev û bêyî cudahî li gel pêkhateyên din werin dabînkirin.

Serok Barzanî jî ji ber vê nêrîna Ehmed Şer spasiya wî kir û piştgiriya xwe ji bo daxwaz û xeyalên Sûriyeyiyan a ji bo avakirina dewleteke ku hemû alî û pêkhateyan li xwe bigire û tê de hevpar bin nîşan da.

Her wiha her du aliyan teqezî li ser pêdiviya berdewamiya şêwir û hevahengiyê hate kirin da ku berjewendiyên hemû aliyan werin parastin û aştiya civakî bê misogerkirin.

Piştî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê a li taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê peyamek belav kiribû.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotibû, “Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî."

Serok Barzanî bangî desthilatdarên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku rêya diyalogê hilbijêrin û rê li ber xwînrijandinê bigirin.

Serok Barzanî diyar kir ku guherînên siyasî yên li Sûriyeyê derfeteke baş bû ji bo çareserkirina pirsgirêkan lê rewşa niha ya Helebê cihê dilgiraniyeke mezin e.

Kurdistan Haberleri

Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir
KOYE - Êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên PDK-Îyê hat kirin
Komeke çekdar: Me bi dronan êrişî Hewlêrê kir
Hikûmeta Şamê berpirsekî nû ji bo Kobaniyê destnîşan kir
Daxuyaniya Hejmar 1 Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê: Rojên herî çarenûssaz li pêşiya me ne