Serok Mesûd Barzanî: Mafê ti kesî nîne bêrêziyê li Alaya Kurdistanê bike

.

Serok Mesûd Barzanî ciwanên Xurmatuyê yên ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê rastê êrişa artêşa Îraqê hatibûn pêşwazî kirin.

11ê Çiriya Paşîn roja hilbijartinên Îraqê li navçeya Xurmatûyê ya Selahedînê çend ciwanên Kurd Alaya Kurdistanê bilind kiribûn û bi “tohmeta bilindkirina Alaya Kurdistanê” rastî êrişa hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatibûn.

Serok Barzanî îro pêşwaziya wan ciwanên ji Xurmatûyê kirin.

"Spas ji bo wêrekî û Kurdperweriya we"

Barageha Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir ragihand ku Serok Barzanî li gel "spasî û destxweşiya ji bo wêrekî û Kurdperweriya wan", teqezî li ser wê yekê kiriye ku ji bo Alaya Kurdistanê xwîn û qurbaniyeke zêde hatiye dayîn.

Serok Mesûd Barzanî her wiha teqez kiriye ku Alaya Kurdistanê alaya her Kurdî ye û mafê destûrî û yasayî yê her Kurdî ye ku şanaziyê bi al û pîroziyên gelê xwe bike.

"Mafê ti kesî nîne bêrêziyê li Alaya Kurdistanê bike"

Serok Barzanî di hevdîtinê de amaje bi wê yekê kir ku mafê ti kes û aliyan nîne ku di bin ti hincetê de bêrêziyê li Alaya Kurdistanê bike yan jî rêgiriyê li bilindkirina wê bike.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da
Sîpan Hemo derbarê êrişa li Baregeha Xirab Cirê daxuyanî da